Cîhan

Rusya: Amerika dixwaze liBakurê suriye îdareyek teybet ji bo kurda çêbike

Berdevkê Wezareta Derve ya Rûsya Maria Zakharova daxûyakirin , ku Amerîka li gel Kurdan, li dijê destûra Sûryê, kar li ser pêkanîna rêveberiyeke taybet kar dike.Maria Zakharova da xûyakirin ku, rewşa li rojhilatê ava Firatê, cihê dilgiraniya Moskova ye. Maria dibêje: Amerîka li gel hevalbendên xwe yên Kurd, kar ji bo damezirandina rêveberiyeke taybet dike.Zakharova tekez kir, ew rêveberiya ku Amerîka dixwaze li bakurê Sûryê pêk bîne, ne li gorî destûra Sûryê ye û dibe ku encamên nerênî li pey xwe bîne.Berî niha çendîn caran Rûsya rexne li siyaseta Amerîka ya li Sûriye dikir û dida xuyakirin, ku ew siyaset wê Sûriya parçe bike.

Back to top button