Civak

Rûdaw: Em daxwaza azadkirina Imer Kalo dikin!

Karmend û peyamnêrê Rûdawê Emer Kalo ji aliyê hêzên ewlehiya rejima Suriye ve hate girtin. Di derbarê girtina Kalo de Tora Medyayî ya Rûdawê daxûyaniyek ragihand. Rûdaw dibêje: Em daxwaziya azadkirina Imer Kalo dikin. Em jî wek karmendên Rojevakurd daxwaziya azadkirina Imer Kalo dikin û hêvî dikin ku rojek zûtir vegere nav malbat xwe û kar û xebata xwe berdewam bike.Daxûyaniya Rûdawê:


Roja 25.08.2018an, pêşkêşkarê Tora Medyayî ya Rûdawê û hevkarê me Imer Kalo, dema bi hevjîna xwe û herdu zarokên xwe re ji bajarê xwe Kobanê ber bi bajarê Helebê ve diçin, bi armanca nûkirina paseportên xwe, di navbera Munbic û Helebê de, ji aliyê xaleke kontrolê ya îstixbaratên leşkerî yên hikûmeta Sûriyê ve, ji hevjîna xwe û herdu zarokên xwe tê cudakirin û tê girtin.Di dema ku îstixbaratên leşkerî yên Sûriyê rê didin hevjîna wî û herdu zarokên wî ku herin, di heman demê de ji wan re dibêjin piştî em çend pirsan jê bikin, em ê piştre Imer Kalo jî azad bikin.Lê heta niha Imer Kalo ji aliyê îstixbaratên leşkerî ve li bajarê Helebê girtî ye û hîn jî nehatiye berdan. Li gor gotina xizm û merivên wî, biryar e hevkarê me Imer Kalo ji bo ewlekariya leşkerî (Şaxê Filistîn) li Şamê bê veguhastin.Em daxwazê ji hikûmeta Sûriyê dikin ku hevkarê me Imer Kalo azad bike. Wek peyamnêrê Rûdawê li Kobanê, roleke Imer Kalo ya pir diyar di rûmala şerê dijî DAIŞê de li bajarê Kobanê hebû. Herwiha bi berdewamî bi awayekî profesyonel bûyer rûmal dikir, ji ber vê jî rastî guvaşên zêde hat û bi neçarî berî sê salan hate Hewlêrê û wek bêjerê nûçeyan di radyo û televizyona Rûdawê de karê xwe bi profesyoneliyeke berçav dikir.Imer Kalo xwendina xwe li koleja rojnamevaniyê ya Zanîngeha Şamê xilas kiriye û berî karkirina wî di Tora Medyayî ya Rûdawê de jî karê rojnamevanî li bajarê Kobanê dikir û wek kesekî profesyonel û serbixwe dihat naskirin.Di heman roja girtina hevkarê me Imer Kalo de, zanyarî gihîşte destê me, lê me li ser daxwaza malbata wî nûçe belav nekir. Niha jî piştî belavkirina nûçeya girtina wî ji aliyê çend rêxistinên navxweyî ve, em wek Tora Medyayî ya Rûdawê bi mixabinî rastiya vê nûçeyê radigihînin. Tora Medyayî ya Rûdawê04.09.2018

Back to top button