Cîhan

Rûdanên herî dawî nirxandin

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo di pêwendiyeke telefonî de rewşa Iraq û navçeyê guftûgo kirin û Mesrûr Barzanî çend pêşniyar ji bo aramkirina aloziyan pêşkêşî Wezîrê Derve yê Amerîka kirin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, di pêwendiya telefonî de bi Wezîrê Derve yê Amerîka re rûdanên niha guftûgo kirin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di twîttekê de derbarê pêwendiya telefonî ya bi Wezîrê Derve yê Amerîka re amaje bi wê kir, çend pêşniyar ji bo aramkirina aloziyan û kontrolkirina rewşê ji Pompeo re pêşkêş kirine.

Pêştir û di roja 3. 1 2020an de, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di pêwendiyeke telefonî de bi Wezîrê Derve yê Amerîka re tekezî li pêwîstiya aramkirina rewşê kiribû.

 

Back to top button