Rondikên çavên Zara, ji bo Kurdistanê bû
Akter û stranbêja Kurda Rusya Zara navekî mezine li asta Rusyaya Federal û cîhanê ku mixabin li ser asta Kurdistanê da kêm kes navê wê bihîstiye. Bi dehan hunermendên ereb û tirk û faris û Ewrupî û Hîndî ji wî aliyê dinê cîhanê ve li pişt heft derya û çiya û çolan ve bin li cem ciwan û lawên me hatine naskirin û (hezkirê wanin) wan vedixwînin Kurdistanê. Lê belê xanimeka Kurd ya şox û şeng û jîr û jêhatî, xwedî dengekî efsunî nasnakin!
Zerîfe Paşayevna Mogoyan (Zarifa Pashaevna Mgoyan) ku nasnavê wê ya hunerî (Zara) ye sala 1983 li Saint Petersburg ji malbateke Kurdê Êzdî ji dayikbuye ku li bingehê da li (Gyomrî) ya welatê Ermênîstanê ve koçkirine û penaberî Rusyayê bûne. (Nadî Zamalovna Mogoyan) dayika wê xanima malê ye, (Paşayevna) bavê wê jî Doktorayê ji zanista matematîk û fîzîk heye û li warê dirustkirin û avakirina amêran de kar dike. Zara xuşkekî ji xwe mezintir ya bi navê (Lyana) û birayekî biçûk jî bi navê (Roman) heye.
Zara ji bilî wê yekê ku bi nav û denge û stêreke navdare, lê belê heta niha jî li gel dayik û bav û xuşk û birayê xwe veneqetiye û herdem wan bi mezintirîn serwet û saman dizane.
Zarokên Zara û li destpêka behremendiyê ne
Zara ji zaroktî de li xwendingeha muzîkê da xwendiye û bi taybetî piyano dijenê. Li sala 1995 da dema temena wê tenê 12 salan buye, şansa wê ya wê yekê hebuye ku ji nêzîk ve muzîkvanên navdar (Olîg Kvaşa) bibîne ku li wê demê de Olîg ji bo wê derket ku ev keçika biçûk xwediyê şiyaneke mezine, ji bo wê yekê girîngiyê bi behremendî û şiyanên (Zara) da her wiha wê kir bi ezmûnkarê danîna muzîkên xwe girîng. Bi cûreyek piştî salek wate li 1996 da dema temena Zara 13 sal bû çar stranan tomarkir. (Dilê juliet), (Tenê îro), (Niha), (Malî ava – By By), ku strana (Malî ava) û (Dilê juliet) rojane li gelek radyo û kanalên wê demê yên li Rusyayê da dihatin belavkirin û guhdarvan û bînereke wê ya zêde hebû. Her ew stran jî bûne sedema bi nav û dengbûna wê û hemû dergehên stêrbûnê li pey hev dihatin vekirin.
Xelat û rêzlênanên wê:
Derketin û hilkişana stêrka geş (Zara) her wiha hêsan û ji xwe re nebû belku keda xebat û westabûna wê bû li rahênan û ezmûnkirinê. Her ji zaroktiyê ve heta niha jî ku temena wê 36 sale, stranên xwe li gelek festîval û pêşbirkêyan da xelatên yekem yan baştirîn bi dest ve aniye, ew jî:
- Xelata pêşbirkêya (Morning Star TV) li Moskow 1997.
- Xelata mezin li festîvala cîhanî (Let the Children Laugh ) li bajarê Qahîre û Porseydî Misir 1997.
- Xelata mezin li festîvala hêviyên Sîbîrya (The Hopes of Siberia) li bajarê Omsîkî ya Rûsya.
- Xelata pêşbirkêya (Cejna serê sala vekirî) ya ji bo stranên zarokan li Saint Petersburg.
- Xelata (Hit of the Year International TV) li Saint Peterburg.
Li salên paştir jî çendîn xelatên mezin bi dest ve anî ew jî:
- Dû sal li pey hev xelata Dibloma pileya yekem û xelata mezin li pêşbirkêya Hêviyên Ewrupa (The Hopes of Europe) li bajarê Sutçî li Rûsya 1999.
- li festîvala (The Voices) da xelata hilbijardeya xelkê bi dest ve anî li bajarê Sutçî ya Rusya 1999.
- Xelata bi nav û dengê cîhanî Gramafona Zêrîn (Golden Gramophone).
- Xelat û bawernameya (Pesnya goda).
- Xelata (MUZ-TV Music Awards) bi hevbeşî li gel (Endyê Boçîlî).
- Xelata federalî ya ji bo nîşandana hunerî ya bi navê dostayetiya Rusya û Belarus.
- Xelat û nasnava hunermendên rêzgirtî (Bi navê aştiyê da) ji aliyê rêxistina Unesco ya li Baregeha Rêxistinê li Parîs.
- Xelat û nasnava (hunermendên rêzgirtî Rusya) ji aliyê Vladimir Putin Serokê Rusyaya Federal li Koşka Serokayetiya Kremlîna Moskowê 2017 wergirt.
Li warê nîşandana şanoyî û sînemayî da
Zara li 2002 da akademiya nîştimaniya Rusî ya hunera şanoyî temam kir ku li wê demê da beşdariya çendîn şanogeran kiriye ew jî: (Dînemêr) û (Qûtdan asmanê) û (Dengên dema kevin).
Paşê Zara li çend fîlmekî sînemayî da beşdar bû ew jî: Fîlmê (Karwana Efxanîstanê) her wiha li çendîn zincîre dramayên telefizyonî jî weku akter beşdarî kiriye, lê belê li rastiyê da nêşandana li fîlm û li şano û zincîreyên dramayî da nebûne sedemek ji bo derketin û stêrkbûnê ji ber ku (Zara) behremendê rastînê deng û awaz û melodî û hestên nazik gotin efsunî da geştir bû.
(Zara) ya mirov û xêrxwaz
Zara kesekî gelek hest nasik û dilovane û herdem hest bi êş û janên zarokên xwediyê pêdiviyên taybet û nebînan û tûşbûyên nexweşiyên şêrpenceye û berdewam karên xêrxwaziyê ji bo wan dike û hevkar û palpiştiyê ji bo wan komdike ew jî:
- Zara ji bilî li terxankirina çendîn konserên bi navê komkirina hevkarî û piştevaniyê ji bo zarokên tûşbûyên nexweşiyên (Şêrpence) û (îflîca mejî) û (nebînayî û nexweşiyên bînînê), li heman demê de jî Endama Encumena Dezgeha (Hengavek Berev Xêrxwazî)yê ye.
- Li çendîn çalakiyên xêrxwazî da beşdare ew jî çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziya (Peyama Dil) ku taybete ji bo zarokên nebîn û kêmbîn, Dezgehê jî Zara û hinek kesayetiyên din damezrandine. Li rêya vê dezgehê da salane festîvalekî Xêrxwaziya Navdewletî ya bi navê (White Cane) saz dikin.
- Endama rûmetê ye li dabeşkirina xelatên li festîvala (Pêkve) ku taybete bi zarokên xwediyê pêdiviyên taybet ku rêxistina Unesco saz dike.
- Zara Balyoza rêxistina (Paşeroj li ser te rawestaye) ku taybete bi futbol li navbera zarokên sêwî an ku bê dayik û bav da.
Jiyana taybetiya Zara û şikstên wê
Herdem xweşî bi tevahî nîne, her mirovek li warek da serkeftî bê li yên din da renge şikestxwarî dibe. Zara jî dû caran şû kiriye ku her dû jî navê wan (Sîrcê) bûn. Lê belê li her duyan da serkeftî nebu û ji hev cûdabûn. Sêrcêyê yekem ji malbateke teknokrat û siyasî bû ku (Zara) bi saddeyî ya xwe û bi wê navê da dev ji ola bav û bapîrên xwe berda û ji Êzîdî ve bu Krîstiyanekî Ortodoks. Lê belê malbata wê tenê dû sal û nîv berdewam bû. Li Sêrcêy duyem da ku berpirseke bilind bû li Wezareta Tendirustiya Rusyaya Federal, heşt salan pêkve bûn û dû zarokên wan yên bi navên (Danyal) û (Meksîm) heye ku piştî cûdabûnê niha li gel dayikên xwe da dijîn û li gel bavê xwe jî peywendî û hatin û çûna wan heye.
(Zara) di derbarê şikesta malbata xwe de li çend hevpeyvînek da behsa sedemên cûdabûna xwe ya yekem kiribû ku li encama zext û bêzarkirinê bû ji aliyê (Sêrcê) ve ku dixwest dev ji hunerê berde û li mala xwe rûne weku kevanî û jina malê û zarokan xwedî bike. Cûdabûna duyem jî li encama hevdû tênegihiştin û kûrbûna kêşeyan bû ku mijul bû rewşa perwerde û derûna zarokan têkbide, ji bo wê yekê jî her dû aliyan biryara cûdabûnê dan.
Zara niha ji bilî huner û zarokên xwe wê tişteke din nîne, her wiha çendîn car konser û beşdariyên çalakiyên mezin redkiriye tenê ji bo wê yekê ku li her dû zarokên xwe nêzîk bê. Bêguman peywendiyên wê jî li gel malbata xwe gelek tund û bi hêze.
Stranên Zara
Zara bi zimanên Rusî, Ermenî, Îngilîzî stranên xwe heye, li vê dawiyê jî piştî bi nav û dengbûnê jî çendîn stranên Kurdî tomarkiriye ku girîngtirînê wan: (Dayê), (Dilê yeman), (Emanê) û (Keça Kurdim).
Zara û Rusyaya Federal
Zara û malbata xwe wekî dehan hezar malbatên dinên Kurdên Ermenîstanê nefîkirin li Rûsyaya Federal. Niha ew li wir nexerîbe û welatiyê Rusyaye û peywendiyeke gelek baş jî li gel Serokê niha yê Rûsya da heye û li çendîn helkeftan de ji bo Artêşa Rusyaya Federal stranan gotiye. Her wiha ji bo palpiştiya Artêşa Rusya li şerê rûbirûbûna terorê li binkeya serbaziya (Hemêmîm) li Suriye stranan ji bo serbazên artêşa Rûsyaya Federal gotiye û ahengan sazkiriye.
Zara li dayikbûyê mezintirîn bajarê pîşesaziya Rusyaye ku Saint Petersburge û li wir hevaltî û nas û dostî dirustkiriye û xwendin û zanîngehê li wir xelas kiriye. Lê belê Zara tu demekî nijad û reçelek û eslê xwe ji bîr nekiriye. Xem û êşên neteweya wê herdem li bîra wê buye û ji bîra wê neçûye. Li stranên Kurdî, Rûsî û Ermeniyan da awayên xemgînî bi formên awaz û gotinên xwe yên diyar de eşkere dibe.
Firmêsk, Rondik û Hestirên çavên Zara ji bo Kurdistane
Di dema referanduma serxwebûna Kurdistanê da, peyamnêrê Kurdistan24 pirsiyarê ji Zara kir ku gelo di derbarê serxwebûna Kurdistanê de raya wê çiye? Zara li bersîva xwe da got: (Dixwazim piştgiriya neteweya xwe bikim. Dizanim gelek karesat li ser me de hatine, nizanim ji bo çi neteweya min rastî û tûşî van hemû êş û janan bûye. Lê belê eve dizanim ku em li ser rêya rastîn û rojek tê ku Kurdistan serxwebûnê bi dest xwe ve bîne).
Li ser dik û sehneyeke vekirî da li navçeya nîv girava (Qirim)ê da û li roja niştimaniya Rusyaya Federal, (Zara) straneke (Kurdî – Ermenî) got ku strana (Dilê yeman) bû. Ev stran bi hevbeş li gel hunermend (Dîmitrî Bîmstov) got ku ew ji bilî strana Zara straneke bi navê (Ax, deştê pehn û brînan) û têkilî strana (Dilê yeman) kiribû. Strana Zara çîrokekî heye ku behsa evîna nemirad dike. Li heman demî de jî straneke bûye hêmayek ji bo jenosayda Ermenan. Ev stran li gel dengê efsunî ya opêraya Zara da li pişt dengê amêra balebana (Kurdî û Ermenî) da zêdetir xemgîniyê dide stranê, Bi radeyek Zara li gel strana xwe bi hêvî bibû, weku rêzek destê rastê datîne ser dil û li dawiya stranê de jî rondik ji çavên wê da dibarin ku eve xweşiktirîn û rastgoyîtirîn nîşandane ji bo rûdanên êş û janên neteweya wê û neteweya Ermen (Strana wê li gel vê babetê da li xwarê heye).
Hêvîdarim piçek jî be min karibe vê hunermenda mezina neteweya xwe nasandibe. Hûn jî dikarin raste rast navnîşanên fermîyên hunermendê li înternet û torên civakî da zêdetir nasbikin û deng û rengê baştir binasin. Eve jî beşeke ji navnîşanên Zara (Zerîfe Paşayevna Mogoyan):
emailên îdare û kargêriya kar û berhemên wê:
[email protected]
https://www.youtube.com/user/ZaraVid
https://www.facebook.com/ZaraMusic/
https://www.instagram.com/zara_music/
https://vk.com/zarasinger
Helgurd Abdulwehab Cundiyanî