
Sergey Lavrov Wezîrê Derveyê Rusyayê ragihand ku ew wê careke din li gel Îran û tirkiye li ser çarenivîsa Sûriyê bi taybetî jî ji bo aloziyên vê dawiyê yên li Idlîbê bicivin û divê tirkiye sozên ku berî niha dane bi cîh bîne.
Wezîrê Derveyê Rûsyayê vê yekê jî eşkere kir ku divê rikeberên Sûriyê bi temamî xwe ji grupên çekdar û terorîstan dûr bikevin û tirkiye jî divê ji bo wê yekê alîkar be, eger wê yekê neke wê careke din operasyonên ji bo paqijkirina Idlibê ji terorîstan destpêbike.