Kultur

Keça Kurda serbilind, Zara ji bo çi giriya?

Zara Mihoyan ku Stranbêjeka Kurdê Rûsyayê ye û zêdetir stranên xwe bi zimanê Rûsî distrê, lê belê bi strana xwe ya Serbilindim Keça Kurdim di nava hemû Kurdan de hate naskirin, li bernameyekê di dema gotina stranekî de giriya û peyamek ji bo wê yekê belavkir.

Stranbêja Kurd Zara Mihoyan li peyama xwe de dibêje: Îro roja jidayikbûna heyranê minê herî girîng babê mine. Ew nirxeke gelek mezine ji bo min û malbata min û çalakiyên minên afirandinê ye. Ji ber ku di destpêkê de her çende ewî dixwest ez fêrî pîşeyeke ciddî bibim, lê rêz li biryara min girt û hemû demekê piştevanê minê herî mezin bû û baweriya wî bi min hebû. Ew baweriya wî jî, ji bo min hemû demekê hêzeke bêhempa bû.

Her wiha berdewamiya peyama xwe de dibêje: Li vê roja xweş de ez dixwazim bibêjim hemû ciwanan guh bidin malbata xwe, li encamê de ji piştgiriya hezkirên we girîngtir hîç tişteke din nîne.

https://www.facebook.com/ZaraMusic/videos/673897180096355/

Back to top button