Polîtîk

Mela Bextiyar: Hevserokên YNK kêm tecrûbe ne

Mela Bextiyar Endamê Encûmena Bilindê Berjewendiyên YNK li hevpeyvîneke li gel kanala ser bi Lahor Cengî ragihand, kêşeya Zîna Wertê kêşeyeke bi beyanname nayê çareser kirin, divê Wezîrên YNK li çarçêweya Mekteba Siyasî de çareseriya kêşeyan bikin.

Mela Bextiyar her wiha got: ”Şêx Cefer û Şoreş Îsmaîl dikarin biçin li gel Mekteba Siyasiya YNK kom bibin, babetê bi tevahî şîrove bikin”.

Her wiha Mela Bextyar gotiye Serkirdayetiya nû ya YNK nabê bi rûhê kontrolkirina hemû tiştan hengavan bavêjin wekî wê yekê ku li Kongreya YNK kontrol kirin û hemû kêşeyek jî bi kontrolkirinê ve girêbidin. Ji ber eger ew wiha bizanin ku dikarin hemû tiştekê kontrol bikin wê demê bêguman şikestê tînin”.

Mela Bextiyar berdewamiyê dibêje: Eger kesek bernameyeke baştir ji vê hebe ji bo muamelekirina li gel PDK bila bîxe rû. Her wiha dibêje: Peywendiya stratejiya PDK û YNK ji aliyê Kek Mesûd û Mam Celal ve hatiye dîzayn kirin û nabê kes destkariyê bike. Eve jî piştî Mam Celale ku me parastiye, eger kesek tiştekî baştir pê heye bila bixe rû”.

Her wiha di dawiyê de Mela Bextiyar got: Kêşe nabê bi ruhê kontrolkirina muameleyê li gel da bêkirin. Divê bîr li deste gula Mam Celal bikin. Her wiha got: Ew hevserokên niha yê YNK kêm tecrube û kêm ezmûnin û ez bawerim ev kêm ezmûniya wan metirsîdare di dema kûrbûna kêşeyan de”.

Back to top button