Rondikên Dayîka min û Bîranînek tal û dijwar..!
Mustafa Arî Şefîq
31.07.1983 rejîma Faşista Îraqê êrişek hovane kir ser kampên Barzaniya li Quştepe her mêrê ket dest wan ji zarokê 10 salî heya kalê heftê salî tevayî girtin, birin li çolistanên Başurê Îraqê bi saxî xistin bin erdê bi kom tev şehîd kirin. Her berdewamiya vê êrişa hovane roja 03.08.1983 êriş kirin ser kempên Barzaniya li Diyana, Herîr û Behirke bi heman awahî her zilamê ket dest wana bi heman şêweyî berze kirin.Ew dem ez xortek 15 salî bûm, mala me li Dîyana bû, êvara 02.08.1983 dema ez çûm mal min dî dîya min gelekî xembare û tirsek mezin hebû, hê ez di derî da bûm dîya min bazda pêşiya min got:” Kurê min di bêjin gelek leşkerên Îraqê hatine der dora Diyana – Soran ewê weke Quştepe li vir jî Barzanîya bi girin, di vê tû li vir ne mînî bi zûtirîn wext derkevî bi çî mala meta xwe li Rewanduz”Min got :” Dayê ma ez ji vî xelkî hemiyan baştirim, ne xêr ez naçim , eger ev hemî xelkê me mirin bila ejî bi mirim “Diya min îsrar kir ez biçim, min jî Pê dagîrî kir ez ne çim, dema diya min zanî ez îsrarim na çim min dî hêstirên dîya min hatin xwarê got:” tû çima di xwazî bi mirî, ma ne eve li ber çavê we xelkê me yê Qoştepe wenda kirin eve zalimin rehmê bi kes nakin, rabe here”Hêstirên dîya min ez ne çar kirim êvarî dereng ez der ketim çom mala meta xwe li Rewanduz.


