CîhanPolîtîk

Balyozxaneya Bengiladişê nivîsîngeha xwe li Hewlêrê vedike

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 30.07.2017 li bajarê Hewlêrê pêşwazî li Ebo Meqsud Furhad Balyozê Bengiladişê li Îraqê kir.Belyozê Bengiladişê kêfxweşiya xwe li hember serdana bo Herêma Kurdistanê nîşan da û silavên Xatûn Şêxe Hesîne Wacid Serokwezîra Bengiladişê bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê gihandin û tekîd li ser pêşxistina têkeliyên welatê xwe bi Herêma Kurdistanê re kir.Balyozê Bengiladişê yê Îraqê behsa rewşa revend û karkerên bengiladişî li Îraq û Herêma Kurdistanê kir û got ku ji bona baştir birêveçûna karûbarên wan karkerên ku di warên cuda de li Herêma Kurdistanê kar dikin û ji bona pêşxistin û berfirehkirina têkeliyan, Hikûmeta Bengiladişê biryar daye ofîsa balyozzxaneya xwe li Hewlêrê veke.Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê sipasiya serdanan Balyozê Bengiladişê bo Hewlêrê kir û bi rêya wî silavên xwe ji xatûn Şêxe Hesîne serokwezîra Bengiladişê re şandin û got ku hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze têkeliyên xwe di hemû waran de bi Bengiladişê re pêş bixe û, herwesa, behsa dîrok û qurbanîdanên gelê Bengiladişê yên ji bona azadî û serxwbûmê kir.Serokwezîr diyar kir Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê hemû amadekariyan bike ku karûbarên karkerên Bengiladişî yên li Herêma Kurdistanê bi baştirîn awarî birêve biçin û pêşniyara danan mekanîzmeke hevbeş navbera her du Hikûmetên Kurdstanê û Bengiladişê bi rêya balyozxaneya Bengiladişê li Bexdayê û saziyên peywendîdarên herêma Kurdistanê kir ku ew karkerên dixwazin li Herêma Kuridstanê kar bikin, bi awayekî fermî û bi rêya kanalên hikûmeta welatê xwe bihên Herêma Kurdistan kar bikin.Her du aliyan behsa çewaniya hevahengîya navbera Herêma Kurdistan û Bengildişê, bi taybetî di warên destêkarî, pêşesazî, avakirinê û hemû kertên xizmetgozariyê ku karkerên bengiladişî tecrûbeyeke baş di wan waran de heye û li Herêma Kurdstanê û gelek welatên cîhanê nîşan daye. 

Back to top button