Kultur

Roman: Min dît û nabêjim

Suleyman Çakir

Bajarê bi rûmet, 1789’de ava bûye weke navçe. Gel bi Keva Reş nav dikê, ewe Ranya rûmete serhildanê. Ava Darband daristane wê, cîyê xweşîyê û dermanê êşa. Heyva Adar’ê /5/1991’de jibon serhildane dijî zilmê bûye serkêş. Eve Derwazeye Raperîn. Ava kurê Goya, Darband-î Ranya. Doll-î Aqoyan, pire Dîeme, Gor u Gulzer, Taht-î Horşîdî Haver Zamîn , wê di xemilênin. Hêzê zordar û xeta Reş tim hûcûm berdane ser. Bajarê xwedî ked, cîyê parastinê. Kelha qewme û oldarîyê. Cîyê Eşîre Sindî kelha Abdî axe û pêşkêşê we welatperwerê qahreman. 19991 ‘de li himberê zordare bûye herême parastinê. Pire delal dîroke wê di xemlînê. Awil li gerava xaburde ava bûye. Demekê jêre gotine Zaku û zaxoye. 1844’de bûye Bajarê antîk. Li çar mile hêzê dagirger û xeta reş tim liser proje dane meşandin. Lê ew her tim bûye kelha berxwedanê. Meskenê Med û warê pîroz. Xezîne kanîye bûke çîya. Ewe Şeqlawe. Di kêleke çîyayê safin û sorq de hatîye avakirin. Bûke Kurdistan bi nav bûye. Şikefta şêx Rahman xemla wê rengîn dikê. Qebrê rayn, kelha Xanezad, dîrokîne, sûmer, Asur, Aqad medenîyeta wa liwir bûye. Bâlkêş búne wê jibon hêzê dagirger û xeta reş re, tim liser proje dane meşandin

Warê bi keder û xwedî brîne kúr, ew Halepçeye. 16’ê Adarê 1988 roje reşe û fermane Gelê Kurde, mîne Enfal û fermane liser Şengal. Zordar û zalimê Seddam, qatîlê dîrokî. 3 (sisê )seatte gaze jahrî barand, bi navekî dîtir kîmyabaran. 6357 zarok, Jin, dayîk jîyane xwe ji dest dan. 14765 Kurd bi giranî brîndar bûn. Di navnenda sê serdorî çîyayî bi cîh búye Halepçe. Çemê sîrvan jîyanê didê axke wêyî dil bi kûl. Dagirger û zordar û xeta reş tim liser zilme xwe pêk anîne. Li Bûrê Rojhelatî Hewler cîh girtîye, Dîrok kevnar û mîne bûke xemilandîye. Di navbenda newalê Harend, qulî, hale reşde ava bûye, ewe bajarê dîrokî Rewandiz’e. Çîyayê Kurk, Hinderîn, zozik cîranê wêne. Navê wê ji digotine tê, Rewan, Duz, yek jê Navê eşîreke Kurde, an dîtir Kelehe. 

..Ava Beyhal, havîngehe, an Gelîyê Elî beg wê di xemilênê, Mîrê kore 1832 ‘de gundê Asurîye  îşgal kirîye, hûcûm berdaye gund û serdore şêxan. Jibon warê pîroze her tim xetê reşî dagirger liser projê xwe dane meşandin. 

Navçeye dilsoz, cîrane bajarê kevnar. Ewe Çemçemall, wextekî jêre gotine çîmçîmel, ewjî mîne bajarê Kurdistan dikevê navbenda ava Firat û Dicle. Her dsgigerê ku wê naskirine liser projê xwe dane meşandin. Dema eyalet ava bûne, ewjî têde cîh girtîye, warê Med û Gutîye, her tim bûye mêvanperwer, lê gelek car lê xîyanet bûye. Bajarê kevnar û xwedî dîrok, cîranê Hewlêr û silêmanîyê. Di navbenda çîyayê bavaci, Haybet sultandeye. Qebrê qosar, cenarevk, hemmamuk , Nazê, marbîne keddîş dîrokîne. Ji dewra qutîye ve berdewame. Med, Asur sekêştî kirine. Sûke qayserîye, kelha wê, camîyê dîrokîne di xemilênin, ew Bajarê, jêre dibêjin Koye, bûye merkeze îlmî, Hacî qadir koyî, Ewnî Dildar, Bakurî, Tahîr Tewfîk her tim di diladene. Xetê dagirger û ên reş tim xistine hedef jibon xwe. Dîrok kevnar û warê kulturê, malmêvanî di 2700 dawî û bi pêşde, ji gelek qralîyete re kirî, tim liser ferman pêk hatine, ewe cîrane Duhok navçeye Sêmêl. Qral sargon Du yem lê jîyan bûye. Cûhokê avê liwir ava bûne, Med, Asur dewra wa pêk hatîye. Sembole Evîn û harbê îştar a Rojê shamash, a zanistîyê sabu liser wa gelek belge keşif bûne. Tim li dijî ferman û qatlîamê zordara liber xwe daye. Jibon maldar û stratejîke xetê reş û dagirger liser ferman rakirine. 

Navçeyeke kevnar, cîrane Hewlêr. Warê ku tim xwe nû dikê, Gelen medenîyetê mîne Sûmer û Asurîye jibon wa malmêvanî kirîye. Ewe jêre dibêjin Enqawa Kûrd, súryan liwir jîyaneke bi aram dikin. Roj bi Roj jîyan li Enqawa xwe nû dikê. Hêzê reş û dagirger tim liser şer derxistine. 

Warekî dîroknas û kevnar, nayçeye Aqrê, cîyê zaniste û fermadare, meskenê Med, Gutîye, Fermandarê Kurd Zend B.M.’dê 580 salde ew û kelha wê ava bûye. Sabî, kelha kefen, kerî Tuba, di bedena çîya de ava bûye. Cîrane Hewlêr û Duhokê ye. Tapınaxè dîrokî, şikeft avê madenî wê rengîn dikin. Kelha Aqrê, şuş, tapinaxe Zerdúştî buka çava Rezî Mîr’î, sîbe Becîl, qebra şêx Ebdulezzîz Geylanî sembolê wêne. Ava kirine kelha wê Zend Fermandarê Kurd daye ava kirin, gelek care xetê reşî dagirger liser şer kirine. Meskenê bav û kâle, warê mûqades, cîyê parastinê. Ew der Barzan’e, B.M.60.000 sal şikefta şander xwedî dîroke. Di kêlekà ava zapê de ye , li noqta herî dawîde. Gundê Havînkâ mêvanperwere cîyê bavo Mesûdê yekeme. Barzan warê pîroz û şêx Ehmed, Miftefa Barzanî lê dayîk bûne. Qebra şehîde nîşane yekeme. Merkez Mêrgasor, Barzan, şîrvan hevdû temam dikin. Di qernê 19 ‘yem de mîne meskene. Ewder Barzan’e. Barojî, Mîzorî, Şervanî, Dolemarî mine qonfederasyone. Warê seîd, Taceddîn, Ebdurrehman , Ebdulleh, şêx Ebdulselam, Muhammed, Mistefa Barzanîye. Her dem bûne meskenê rûmetê û parastine mazlume. Xetê reşî dagirger her tim jibon xwe kirine hedef, lê tim liber xwe daye û biser ketîye.

Warê bave, meskenê parastinê, qonaxa rêvebertîye netew, ewe navçeye Çoman. Di navbenda çîyayê Helgurd, navbenda serqan û Erbîl de ye. Li Bakûrê Rojhilat de. Cîyê mêvan û gerokê navdewletî. Meskenê çandê, liser rèçkà Hamîlton, ava walzê, nezî qesra ye. Hacî Umran û ew li heremekê cîh girtine. Meskenê şoreşa îlonê, xwedî seraye serokatîye netew. Şikefta Berze, kanî best ava wêye, Cîyê qebra şêx Balk’in. Newale serqan û ava Rust jîyanê xweş dikin. Jibon ku Warê serhişdan û sekna rûmetêye, xeta reş û dagiger tim liser proje amede kirine. 

Di 1926 ‘de rêçkâ trêne Toros ku çêbû ,mîne dilek bibê Du şiq, ji Nesîbe hate veqedandin, warê Kurde û brîndar û her wext liser qatliam pêk hatine. Demekê mîne gundekî bûye û piştre bûye bajarê metropolî. Merkeze gaz û aborîyê ewe Qamişlo, demekê jêre gotine mala qesebe, 2004’de dîse qatlîam pêk anîn û 50-30 şexsîyetê Kurd qetil kirin, jibon Kurdeware xetê reşî dagirger tim liser şer derxistine û proje dane meşandin. 

Back to top button