Polîtîk

Li Iraqê Daîş, ji Ewrupa pereyan dixwaze

Dû terorîstên Da’îşê li Brîtanya hatin girtin ku wan sedan dolarên Amerîkî ji bo terorîstên Iraqê re şandine.

Eyub Nûr Husên û Seîd Mihemmed li dema dadgehî kirinê de ji “Dadgeha Navendî ya Tawan” li Londonê eşkere kirin ku li navbera meha nîsan û hezîrana 2019 an de 2.700 pawendê Brîtanî ji bo terorîstên Da’îşê li Iraqê re şandine.

Dadgeh belav kir ku ew dû kese dest bi bi cîhkirina planê kirine, lê paşê nekarîne xwe bigihînin Iraq û Sûriye heta ku biçin beşdarî şer bikin.

Li gor zanyariyên ku hatine belavkirin wan peywendî li gel kesek li Iraqê yê bi navê Wasem hebûye. Da’îşê Iraqê alîkariya Seîd kiriye ku yarmetiyên darayî ji wan kombike. Wasem bi Seîd ragihandiye ku rewşa li Iraqê ji hemû warek ve gelek xerape. Eger hê jî li wir birayên me hebin ku yarmetiya me bidin, bêje wan niha dema wê ye ku birastî gelek pêwîstiya me bi yarmetiyê heye”.

Back to top button