Rolê dengê kurda li Stanbulê

0
9

Li bajarên mezin taybetî li Stanbulê hilbijartinên herêmî de hesab li ser dengê kurda têne kirin. Ji aliyek din ve li ser HDPê gelek manewrayên siyasî pêktên. Li gora lêpirsînekî li Stanbulê % 20 dengê kurda hene. Ji van denga % 7 didin AKPê, % 5 didin CHPê yên mayin jî dengê xwe didin HDPê.

CHP li ser HDPê dileyze . Yanî ne hevalbendiya HDPê dikin , tişta ku CHPê û HDPê nêzik hev dikin ne pirsên siyasîne û tu cara CHP ji bo tirsa winda kirina hinek dengên qewmiyên Tirk newêre eşkere xwe nêzik HDPê bike. CHP ji aliyekî ve dibêje PKK rêxistinek terorist e wek ku her partiyek Tirk dibêje. Lê aliyek din ve jî hewldide HDPê bi kar bîne. Yanî tişta ku HDPê û CHPê nêzik hev dikin tenê dijitiya AKP û Erdogan e.

Tê zanin ku di hilbijartinên parlementoyê de bi dengên CHPê, wek PKK/HDP digot “ Dengên Emanet“ HDPbehda hilbijartina derbas bû kete parlementoyê. Lê vê derê armanca CHPê ne serkeftina HDPê bû, armanca CHPê û gelek aliyên dijê AKPê tenê ew bû ku HDP bendê derbas bike ji bibe sedem AKP bi serê xwe nikare bibe hukumet.

Di van hilbijartinên herêmî de jî li bajarên mezin yên Tirkiye û taybetî Stanbulê, CHP hewceyê dengên HDPê ye. Ji bo vê jî li pêl hemû nirxên siyasî dikin û hevkariyek nehênî ku newêre deklere bike li gel HDPê dike. Siyaseta HDPê jî ji van hevkariyên demikî ne li ser tu prensiba re vekiriye.

Li gora hinek lêpirsîna eger HDP li Stanbula berbijerekî derneyê xe, tê wateya ku dê pişgiriya berbijêrê CHPê bike.
Lê ji aliyek din ve gelek kurdên dengê xwe didin HDPê li Stanbulê naxwazin HDP li gel CHPê tu gava bavêje. Ev dibe sedemek ku hinek kurdên dengê xwe didin HDPê berê dengê xwe ber bi AKPê ve biguherin.

Herweha kurdên ku deng didin HDPê naxwazin dengê xwe bidin berbijêrê CHPê, ji ber ku dema HDP ne di rojevê de beşek kurd li bajarên Tirkiye berê xwe didin AKPê.

Tifaqa nehînî hebû hesabê xwe li ser kurda û taybetî kurdên ku dengêxwe didin HDPê têne kirin. Lêli vê derê HDP bi xwe jî winda dike .

Nûçe/Analîz

R.K.

Nerîna min :