Polîtîk

Yekîtiya Kurdan li Bexdayê li ser budce pêngaveke girîng e

Projeyasaya budceyê Iraqê di parlamentoya Iraqê de hat qebûl kirin û Mesûd Heyder Şêwirmendê Serok Barzanî jî dibêje, yekîtî û yekrêziya partiyên siyasî yên Kurdistanê di mijara budce û bergiriya di ber mafê Herêma Kurdistanê di budceya Iraqê de, pêngaveke baş û girîng e. Herwiha got jî ku ev pêşhat û yekrêzî ji encama serdana Serok Barzanî ya berî demekê ye ji bo Bexdayê, ku pêngav bi pêngav dê pirsa Kerkûk û navçeyên Kurdistanî jî çareser bibe.

Parlamentoya Iraqê şevî din budceya Iraqê pesend kir û partiyên siyasî yên Kurdistanê jî bi yekdengî dengê xwe li ser dan ji ber ku çend xalên girîng ji bo Herêma Kurdistanê tê de hebûn.

Derbarê wê pirsê de, Mesûd Heyder di daxuyaniyekê de ji malpera KDP.info re ragihand: “Cihê kêfxweşiyê ye ku partiyên Kurdistanê li Bexdayê di pirsên niştimanî de yekdeng in. Gerek di hemû pirsên ku girêdayî mafên xelkê Kurdistanê ne, yek bin ji ber ku ev yek amajeyeke baş û girîng e.”

Heyder wiha got: “Li gorî yasaya nû û tişta girêdayî mûçeyê fermanberan e, Bexda dê pereyê 682 hezar fermanber û Pêşmergeyên Kurdistanê bişîne ku dike 554 melyon dînar û Herêma Kurdistanê jî dê rojane 250 hezar bermîl petrol bide Bexdayê. Lê melyonek û 200 hezar fermanber li Herêma Kurdistanê hene. Tê çaverêkirin ku rewşa abûrî ya Herêma Kurdistanê baştir bibe.”

Mesûd Heyder wiha domand: “Ev pêşhatên li Bexdayê ku dê pereyên Pêşmerge û fermanberên Kurdistanê bişîne, ji ber çend encaman e, yek ji wan jî serdana Serok Barzanî bo Bexdayê ye û çêbûna jihevtêgiheştinekê ye di navbera Hewlêr û Bexdayê de. Di serdana dawî ya Serok Barzanî de rastiyeke siyasî hatibû afirandin, ku gelek tiştên erênî tê de hene. Herwiha dê qonax bi qonax pirsa Kerkûkê û navçeyên din ên Kurdistanî bê çareserkirin.

 

Back to top button