Bila PKKê şer û siyaste xwe li navçeyên xwe bike

Fermandeyê Pêşmergeyê Zêrevanî rexneyên tund li PKKê kir û got ku, heta kengî hunê bimînin kilîta destê dagîrkeran.

Fermandeyê Pêşmergeyê Zêrevanî Ezîz Weysî li ser rûpela xwe ya Facebookê di derbarê bombebarana frokeyên Tirkiye ya daxûyaniyek belav kir. Weysî bombebaran balefirên Tirkiye ya li devera Amediyê şermezar dike û PKK bi tundî rexne kir. Weysî dibêje: Pêwîste PKKê şer û siyaste xwe li navçeyên xwe bike.

Fermandeyê Pêşmergeyê Zêrevanî Ezîz Weysî dibêje ku, ji bîr nekin hun bi fermana Tirkiyê derbasî Herêma Kurdistanê bûne û bi armanca ku, hun çekên xwe deynin û jiyaneke sivîl dest pê bikin, eger hun şerê çekdarî li gel Tirkiyê bikin yan jî siyasetê weke HDPê karê xwe bikin ew biryara weye lê neyên nav jin û zarokên me û jiyana wan nekin metirsiyê de û wan nekin qurbanên xwe.

Herwiha wî fermanberî ji PKKê dipirsî û got heta kengî dibin kilît di destê dagîrkeran, dagîrker bi hiceta we kîjan perçeyê Kurdistanê bixwazin dikarin derbasî nav xaka Kurdistanê bibin û maf û xak û jiyana xelkê bikin bin êrîşa xwe.

Nerîna min :