Civak

Rojnemevanên swêdî li Tirkiye keyfê dikin

Hukumeta Tirkiye 14 rojnemevanên Swedî li Tirkiye kirin mêvan. Hukumeta Tirkiye 14 rojnemevanên Swedê dawetî Tirkiye kirin û 5 rojan  kirin mêvan.

Serdana rojnemevanên Swedî dema eşêkere bû, hinek dezgehên medyayê di derbarê rojnemevanên li gel wan kar dikin û li Tirkiye bûne mêvan de lêpirsînê dikin.

Îsal di 15ê meha Nîsanê de Nûnerê IHA li Swed Metin  Altinişik, Nûnerê Rojnama Cumhuriyetê û peyamnêrê kanala NTVê Osman Ikiz li gel 13 rojnemevanan serdana Tirkiye kirin û hinek berpirsê hukumetê re jî hevdîtin kirin.

Rojnemeya Swedî Expressen behsa vê serdanê dike û dibêje, dema ku li welatekî wek Tirkiyê rojnemevan di girtîgehan de bin, serdanek bi vî awayî ne gelek etîk e.

Ev rojnemevan mêvanên hukumeta Tirkiyene û ev mêvanetîya wan li Swedê wek bertîlekî hate destnîşandan. Ji xwe keyfa wan jî gelek li cihe.

 

Back to top button