Polîtîk

Erdogan ya xwe got

Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan derbarê parqa Geziyê de wiha axivî: ‘‘Derbarê Parqa Geziyê de nuçeyên derew hatin weşandin û dezenformasyon hat kirin.

Ev derew û dezenformasyon, li ser torên civakî hat kirin. Derbarê daxwazên demokratîk de tu tirsên me tuneye. Hewceye ku hun mixatabê xwe zanibin û li vir mixatabî tune û hewce jî tuneye.

Rûdanên parlamentoyê de çi karî dikin gelo hûn  vê napirsin? Binêrin projeye me yên derbarê parqa Geziyê de, dema berî hilbijartina 2011an de min gel re di çarçoveya tiştên ku em dê li Stanbolê bikin de vegotibû.

Ji wê rojê û pê ve tu kesî tu tişt negot. Ez bangî hevalên hawirparêz dikin. Ger ku hun dê hevkariyê bikin, werin bi serokwezîrê xwe re hevkariyê bikin.’’

 ‘‘Min li Stenbolê şaredartî kir. Li ser rêya E-5 ev darên qeraxê rê û di refüje de min da çandin. Çima vê nabêjin. Dema ku li Taksîmê Otela ‘‘Shreton’’ hat avakirin ev heşinayiyê li vir hatin hilkişandin. Çima we, dengê xwe bilind nekir. Ez ê navan jî bibêjim.

Zanîngeha Koç’ê di nav darîstanê de hat çêkirin. Min li dijî wan tekoşîn da dest pê kirin. Darên ku omrên wan ji 15 salan zêdetir bû hatin hilkişandin. Dema ku ez di girtîgehê de bûm Serokomarê wê vextê dema ku beşdarî merasîma vekirinê bû got ev kesê astengî derdixistin li ku derê ye. Piştre dadgehê derbarê ev cihê de em teyît kirin.

Me dikaribû wir  hilweşînin.  Lêbelê min ji wezîrê darîstanê re got bila kîrê bidin û li vir bin. Heman tişt derbarê Zanîngeha Sabanciyê de jî dikarin bibêjin. Ev der jî  erdê darîstanê ye. Li vî welatî ev kesên devlemend nikarin her daxwazê xwe bikin. Dibe ku berê ev yek kiribin lê belê em niha desturê nadin ku dîsa wisa bikin. Îktîdara me qet destûrê nade ev tiştên tên kirin.

Back to top button