Kultur

Rojnameyên Tirkî derewa dikin

 

Îro di rojnameyên Tirkî, Radikal û Huriyetê de nûçeyek balkêş derket. Di nûçeya xwe de ev herdu rojname behsa girtina kesekî li ser tixûbê Tirkiye û Yunanistanê li deriyê Îpsala dikin. Herweha herdu rojname jî navê vî kesî didin  diyarkirin. Li gora rojnameyên Tirkî diyar dikin  navê kesê hatî girtin Matin Barzani ye û niha li bajarê Edirne di girtigehê de ye.

Rojnama Huriyetê ev nûçe derew ji aliyê Dinçer Gokçe ve hatiye nivîsandin.

Lê ya girîng ewe ku Rojnama Hurriyetê vî kesî wek biraziyê serokê Hukumeta Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dide naskirin. Herweha Rojnama Radikal jî vê kesî wek biraziyê Barzanî dide nasandin.

Di rastiya xwe de tu pêwendiya Matin Barzanî kese ku herdu rojnameyên Tirkî behsê dikin û weneyê wî jî weşandine, pêwendî bi binemal a Barzaniyan re tuneye. Ev kes ne biraziyê Neçîrvan Barzaniye jî.

Her du rojname jî di vê derbarê de derewa dikin. Rojnameyek dema nûçeyekî biweşîne û kesekî bide nasandin divê ji berî her tiştekî çavkaniyên xwe serast bike. Nabê tenê bê ku rastiyê bizanibe nûçeyan belav bikin.

Ev helwesta van rojnemeyan ji ehleqê rojnemevaniyê dûre. Tişta ku herî rast ewe ku ev herdu rojname jî ji bo rastiya vê nûçeyê lêpirsînekî bikin û gavek zûtirîn vê nûçeyê tekzîb bikin.

Rojeva Kurd ji cihê pêwîst pişterast kiriye ku Matin Barzanî yê bûyî babetê nûçeya van herdu rojnemeyan , tu pêwendiya wî wek hizmeyatî li gel Neçîrvan Barzanî serokê Hukumeta Kurdistanê tuneye û ne biraziyê wî ye.

 

 

http://hurarsiv.hurriyet.com.tr/goster/ShowNew.aspx?id=22790976

http://www.radikal.com.tr/Radikal.aspx?aType=RadikalDetayV3&ArticleID=1124760&CategoryID=77

Back to top button