Kultur

Rojnameya Kurdistan Press hat dîjîtalizekirin

Rojnameya Kurdî-Tirkî ku di salen 1986-1992 an de li Stockholme hatibu çapkirin hate dîjîtalizekirin.

Wek tê zanin rojnama Kurdistan Press û Ajansa Nûçeya Kurd (ANK) bi berpirsiyariya merhum Şaîr, nivîskar û siyasetmedar Orhan Kotan di sala 1986 an de paytexta Swed dest bi weşana xwe kiribû. Rojnama Kurdistan Press û ANK ji ber sedemen malî û redaksıyonel 1992 an de weşana xwe dabû rawestandin.

Kurdistan Press di destpêkê de wek rojnamekî 15 rojîn, pişt ra jî wek hefteyî hatibû weşandin. Herweha di gel rojnama Kurdistan Press, Ajansa pêşî ya Kurdî Ajansa Nuçeya Kurd dest bi xebata xwe kiribû. Di salén 86 – 92 an de Kurdistan Press û ANK di warê rojnamegeriya Kurdî de roleke giring leyistibû.

Di şertên mihacirtiyê de, bi imkaniyetên kêm Kurdistan Press û ANK bi qasê 6 salan xizmeteki hêja gihandin çapemeniya Kurdî û bûn nimuneyeke.

Kurdistan Press bi Kurdî û Tirkî weşana xwe domand, lê belê ANK bi gellek zimanên Ewrupiya nûçeyên giring yên Kurdistanê digihandin çapemeniya Ewrupî.
Di Kurdistan Pressé de gellek ronakbîr û rojnamevanên Kurd, Tirk, Alman û Yunanî wek Mahmud Baksi, Memed Uzun, Doğan Ozgüden, Taner Akçam, Lissy Schimidt ûhwd. dinivîsandin.

Ji bo ku mirov dawiya salén 80 yî û destpêka salên 90 bixwaze agahdariyan werbigre arşîva dîjîtal ya Kurdıstan Press çavkaniyeke hêja ye.
Her du endamên redaksiyona Kurdistan Press Abit Gurses u Ceyhun Arslan hemmu hejmarén rojnama Kurdistan Press dijitalizekirin u pêşkêeşê xwendevan û lêkolînerên Kurdî u cihanî kirin.

Navnişana Arşiva Kurdistan press weha ye:

http://www.kurdistan-press.org navûnîşana peywendi jî ev e: info@kurdistan-press-org

Back to top button