Qetilîyama dewleta Tirk bêcezamayin- 29
Gelek qetliyamên dewletê yên bê ceza mayin hatine kirin. Suayib Adlig li ser van bûyeran malbat dîtine û li gel wan hevpeyvîn kirine. Hevdîtinek ji wan jî li gel M. Sabri polat hatiye kirin. Adlig dipirsê û ew bersivê didin. hatiye kirin. Adlig dipirsê û ew bersivê didin.
Fatma Polat jina Sabri Polat:
Bûyer li gunde Taqiyane, girêdayê Silopi, miha daha 1995 leşker û bi tevi cerdevanan avêtin ser malame, merêmin Sabri Polat ku muxtare gund’bu û biraziyêwî Abidîn Polat girtin birin; Jiwê rojêva çavênme biwan îdi neket, em gelek caran çûn qereqolê, cara ewil gotin hê ifadêyenwan ne qediyayê, carekjî gotin wan şandine girtîgehê; Em çûn girtigehê, gotin li vir cîh tinêbû birin hepsa diyarbekir û hepsa diyarbekirjî em çûn, gotin ew nêanine vedere.
Me carekîdin seri li savcilixa solopi xist, tiştek jiwanjî derneket; Axir jiwê rojê heta vêga me idî ti xeber jiwan nestandiye, em gelek xemgîn û dilşikestine, xwede ji heqê vê devleta bê ujdan, zalim ku nêyartiya me kurda dikin û bê sual bê sebeb me digrin dibin û hindadikin…
Xweziya hema qenê cesedên wan dabuna me, jibo wan li nav mezelan, me mezelekî jiwanre çêkirina û weke her kesî emjî biçuna nav mezelan, ser mezelên wan ji wan re duakî, yasinekî, fatihayekî karibuna bixwandana, Devleta Tirk, em ji vêjî mahrum kirin, Devleta Tirk, me qetilkirin û miriyênmejî nedanême…
Suayip Adlig
Şirnex: 15 hazirane 2009