CîhanRojev

Rojnamevana Rûs 8 sal û nîv ceza girt

Rojnamevana rûs Marina Ovsyannikova di 14ê Adarê de weşana nûçeyan a televîzyona dewletê ya Rûsyayê Kanal 1 bi pankarta li dijî şer qut kir û ev protesto bû mijarek cîhanî.

Dadgehê di nebûna Ovsyannikova de 8 sal û nîv ceza lê birî. Li gor daxuyanîya ku dadgehê li ser Telegramê weşandiye, Ovsyannikova ji ber “di derbarê hêzên çekdar de bi zanebûn agahîyên derew belav kiriye” sûcdar hatiye dîtin.

Ovsyannikova ya 45 salî piştî ku ket lîsteya lêgerînê ji Rûsyayê revîya û çû welatekî Ewropayê.

Parêzerê Marina Ovsyannikova Dmitri Zakhvatov di vê derbarê de agahdarî da û got: “Ovsyannikova û keça wê çend demjimêran piştî ji navnîşana ku di hepsa malê de hatibû ragirtin, ji Rûsyayê derketin. Ew niha li Ewropayê ne”.

Ovsyannikova ya 45 salî, li nêzîkî Kremlînê gotibû “Putin kujer e. Leşkerên wan faşîst in”. Piştre jî Ovsyannikova bi hinceta “Artêşa Rûsyayê rûreş kiriye” 50 hezar ruble cezayê peran lê hat birîn. Piştî biryara dadgeha Moskowayê Ovsyannikova di hepsa malê de hat girtin.

Back to top button