CîhanRojev

Tirkîye di nav welatên ku ‘înternet lê ne azad e’ cîh girt

Sazîya ramanê ya Freedom House, ku navenda wê li Amerîkayê ye, rapora nû ya bi navê “Azadîya li ser torê” weşand. Freedom House îsal di rapora xwe ya bi navê “Azadîya li ser Înternetê 2023: Hêza Zordar a Îstixbarata Hunerî” de 70 welat nirxand. Wek salên berê, Tirkîye dîsa di nav welatên ku înternet lê “ne azad e” cîh girt.

‘AZADÎYA ÎNTERNETA GLOBAL cara 13.emîn kêm dibe’

Di raporê de hat gotin ku, “Azadîya înterneta gerdûnî di sala 2023an de cara 13.emîn li pey hev kêm bû.” Di raporê de wiha hat gotin: “Di dema ku ji 70 welatan li 29 welatan şert û mercên mafên mirovan ên li ser înternetê xirab bûn, tenê li 20 welatan destkeftîyên giştî hatin tomarkirin. Li ser hev Çîn di warê azadîya înternetê de xwedîyê şertên herî xirab e. Îzlanda carek din performansa herî baş nîşan da û di rêza ‘welatê herî azad’ de cîh girt”.

Di raporê de hat ragihandin ku kêmbûna herî mezin di warê azadîya înternetê de li Îranê pêk hatiye û li dû wê jî Fîlîpîn, Belarûs, Kosta Rîka û Nîkaragûay ye û wiha hat gotin: “Li zêdetirî sê ji çar parên welatên ku di çarçoveya projeyê de cîh digirin, mirov rû bi rû raserî astengîyan mane. Hikûmetên 41 welatan jî ji bo sansûrkirina naveroka siyasî, civakî an olî internet asteng kirine”.

Tirkîye DÎSA DI NAV WELATÊN KU INTERNET lê NE AZAD E DE YE

Di raporê de hat ragihandin ku înternet ji 70 welatan li 17 welatan “azad” e, li 32 welatan “qismî azad e” û li 21 welatan “ne azad” e. Tirkîye wek salên berê di hesabê kategorîyên ku cûrbecûr hatin nirxandin de ji 100 puanî 30 puan girt û ket lîsteya “welatên ku înternet lê ne azad e”.

Di beşa raporê ya têkildarî Tirkîyê de ev daxuyanî hatin dayîn:

 “Li Tirkîyê di 10 salên dawî de azadîya înternetê gav bi gav kêm bûye. Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan û Partîya Dad û Geşepêdanê ya desthilatdar qanûnên ku sansûrê zêde dikin û axavtina online sûcdar dikin derxistin. Ji bo belavkirina agahîyên ku wek dezenformasyon tên hesibandin cezayên girtîgehê dide. Berî hilbijartinên Gulana 2023an, Qanûna Dezenformasyonê ji bo bêdengkirina rojnamevanên rexnegir û herwiha endamên muxalefeta siyasî hatiye bikaranîn. Sansûr berbelav e û bi sedan malper, gotarên wergerandî û postên medyaya civakî hatine astengkirin an jêbirin. Torên trol gelek caran dezenformasyonên alîgirê hikûmetê belav dikin û rojnamevan, çalakvan û bikarhênerên medyaya civakî ji ber naveroka nivîs an peyamên xwe bi dozên qanûnî re rû bi rû dimînin”.

 

Back to top button