Darizandina Ahmet Turk hat taloqkirin
Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk, bi hinceta peymana ku di dema hevşaredarîya Bajarê Mezin a Mêrdînê de îmze kiribû derket pêşberî dadger. Dema ku doz taloqî 6ê Kanûnê hat kirin, Turk got: “Ji ber ku em siyasetek demokratîk dikin, tên darizandin. Ev dozên hatine vekirin siyasî ne”.
4 emîn danişîna doza ku di derbarê Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ê ku qeyûm li şûna wî hatibû tayînkirin, bi hinceta ku şîrketa avdanê piştî hilbijartinên 31ê Adara 2019an peymana xwe dirêj kiriye û fesadî têkilî îhaleyê kiriye, pêk hat. Turk û parêzerên wî beşdarî danişîna ku li 1 emîn Dadgeha Cezayê Aslîye ya Mêrdînê hat dîtin, bûn.
Turk, anî zimên ku wî hemû gendelîyên qeyûman eşkere kiriye û ji raya giştî re gotiye: “Li ser vê yekê qeymeqam telefonî mutefîqê xwe dike û dibêje, ‘Eger tu li ser Ahmet Turk şahidîyê bikî, çi bixwazî ezê bidim te’. Ji ber ku mutefîq gotiye ‘ez nikarim wijdanê xwe bifiroşim’ tê binçavkirin. Li vir ji bo hesabpirsînê doz hat vekirin. Tu gendelî û nelirêtî tuneye”.
Ahmet Turk jî diyar kir, hemû îhaleyên ku di heyama qeyûmê de hatine kirin neqanûnî ne û heta niha di derbarê vê mijarê de dozek nehatiye vekirin û got: “Ji ber ku em siyaseta demokratîk dikin, li vir tên hedefgirtin. Li vir ji ber nelirêtîyê tên darizandin”.