PolîtîkRojev

Gelo li pişt israra makzagona nû 40+1 heye?

Nîqaşên li ser ‘Destûra Bingehîn a nû’ a ku hikûmetê berî sala nû ya qanûndanînê xistibû rojevê û Serokkomar Erdogan bi israr tîne rojevê, berdewam dikin. Piştî îsrara guhertina destûra nû, îdîayek balkêş hat kirin ku bi guhertina destûra nû Erdogan dixwaze di hilbijartinên 2028an de dîsa bibe serokkomar. Li gor vê yekê, Erdogan guhertinek wisa dixwaze ku li şûna ji sedî 50+1 bi rêjeya ji sedî 40+1 cara çaremîn bibe serokkomar.

Hat îddîakirin, sedema ku Serokkomar Tayyîp Erdogan bi destpêkirina sala nû ya qanûndanînê re banga ‘Destûra Bingehîn a nû’ di rojevê de hiştiye, xwesteka wî ya guhertina qaîdeya ji sedî 50 + 1 a dengan a ku ji bo hilbijartina serokkomarîyê pêwîst e.

Hat îdiakirin ku Erdogan bi saya guherîna Destûra Bingehîn dixwaze cara çaremîn wek serokkomar bê hilbijartin. Ji bo ku serokkomar ji alîyê gel ve bê hilbijartin, pêwîst e namzed di du gerên hilbijartinê de ji sedî 50 + 1 dengan werbigirin. Tê îdîakirin ku Erdogan û AKP ji bo ku AKP û Erdogan carek din bibin desthilatdar formula 40+1 dinirxînin. Îdîaya navborî ji alî nivîskarê rojnameya Sözcü Deniz Zeyrek û nivîskara BirGün Nurcan Gökdemir ve hat rojevê.

Li gor Deniz Zeyrek, şêwirmendên hiqûqî yên Serokkomar, ên ku bi Destûra Bingehîn re jî mijûl dibin hatine cem hev. Yek ji parêzerên beşdarî civînê bûye jê re gotiye ku di derbarê Destûra Bingehîn a nû de du daxwazên Serokkomar Erdogan hene: Ya yekem, guhertina rêjeya 50 + 1 û li şûna wê sepandina rêjeya 40+1.Ya duyem, ji bo cara çaremîn wek serokkomar bê hilbijartin.

Nivîskara rojnameya BirGün Nurcan Gökdemir jî di nivîsa xwe de agahdarîyên ku ji kûlîsên meclîsê bi dest xistine û parve kir û anî zimên ku ji ber AKP û Erdogan ji şirîkatîya MHP aciz e û dixwaze ji bin wesayeta MHP derkeve, rêjeya 40+1 wek çareserîyekê dibîne.

Back to top button