Li Rojavayê Kurdistanê qeza Dirbêsiyê keçeke 13 salî ji aliyê çekdarên PKKê ve hate revandin. Komek çekdarên PKKê li Dirbêsiyê li ser mala hemwelatî Ehmed Hecî Elî digrin û keça wî û hevjîna wî otomobilekî siwar dikin û dibin cihekî. Piştî demekî diya keçkê berdidin û keçka 13 salî li gel xwe dibin cihek ne diyar.
Babê keçika 13 salî doza keça xwe li asayişa PYDê dike ,lê ew tiştekî nabêjine. Gelek cara li Rojavayê Kurdistanê koma çekdarên PKKê ku bi navê Ciwanên Şoreşger tevdigerin zaroka direvînin û wan radestî çekdarên HSDê dikin û wan dibin qada şer.