CîhanRojev

Hakan Fîdan bi şanda opozîsyona Sûriyê re civiya

Wezîrê Derve yê Tirkiye Hakan Fîdan li wezaretê pêşwaziya Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Hadî El-Behra, Serokê Desteya Danûstandinan Bedir Camûs û Serokê Hikûmeta Sûriyê ya Demkî Ebdulrehman Mistefa kir.

Di daxuyaniya wezaretê de hurgiliyên hevdîtinê nehatin bidestxistin, lê di agahiyên ku di çapemeniya Tirkiyeyê de hatin dayîn de hate gotin ku rewşa dawî ya li qada Sûriyeyê û pêvajoya çareseriya siyasî bi taybetî jî destûra bingehîn hatine nirxandin.

Her wiha hat ragihandin ku Fîdan li Enqereyê bi Midûrê Giştî yê Navenda Pêşxistina Polîtîkayên Koçberiyê ya Navneteweyî Michael Spindelegger re jî hevdîtin pêk anî.

Back to top button