CîhanRojev

Li Îranê duyemîn bûyera Mahsa Emînî

Girtina Armîta Garawend a 16 salî li Tehrana paytext a Îranê, kujtina Mahsa Emînî anî bîra mirov. Rêxistin û aktîvîstên mafên mirovan îdîa dikin ku Garawend ji alîyê “polîsên exlaqî” ve hatiye girtin û di encama lêdanê de di komayê de ye.

Di dîmenên ku li ser medya civakî hatin weşandin de tê dîtin ku Armîta Garawend a 16 salî ji alîyê jinan ve ji metroyê hatiye kaşkirin û ber bi platformê ve hatiye xwarê û Garawend di vê kêlîyê de bêhiş bûye.

Li gor Rêxistina Mafên Mirovan Hengaw a Norwêçê, ku çavdêrîya binpêkirinên mafan li Îranê dike, Armîta Garawend ji alîyê polîsên exlaqî ve rastî “êrîşek tund a fizîkî” hatiye, bi hinceta ku rêznameya girtina çarçefê bi cîh neaniye êşkence dîtiye û ketiye komayê.

Ji alîyê din, medya dewletê îdîa kir ku Garawend ji ber ku tansiyona wê daketiye ji hişê xwe çûye û ji ber vê jî li vagona trênê qelibîye. Di dîmenên ku li ser medyaya civakî de hatin weşandin de, ne diyar e ka di hundirê trênê de çi qewimîye.

Wekî din Ajansa nûçeyan a Îranê hevpeyvînek bi malbata Garawend re belav kir û tê de hat gotin ku keça wan rastî êrîşan nehatiye.

Bavê Garawend di vê hevpeyvînê de dibêje: “Me hemû vîdyo kontrol kirin û ji bo me hat îsbatkirin ku ev bûyer qeza bûye. Em ji mirovan daxwaz dikin ku ji bo başbûna zarokên me dua bikin”.

Rojnamegerê ku dixwest nûçeyê çêbike hat binçavkirin Armîta Garawend di bin tedbîrên tund ên ewlehîyê de li Nexweşxaneya Fecrê tê dermankirin. Rastîya ku rayedaran berê bi ferdên malbatê re hevpeyvînên bi zorê weşandine, pirsan derdixe holê. Meryem Lotfî ji rojnameya Şerq çû nexweşxaneya ku Garawend lê bû û xwest nûçeyekê çêbike, lê hat binçavkirin.

Li gor gelek çalakvanan, tiştên ku hatin serê Garawend û yên ku piştre qewimîn, bi bûyerên berîya kuştina Mahsa Emînî re hevaheng e.

Back to top button