CîhanRojev

Di dîroka Kanadayê de yekem car

Li şûna Serokê Parlamentoyê Anthony Rota, yê ku piştî skandala Nazîyan a li parlamentoya Kanadayê îstîfa kiribû, Greg Fergus ê reşik hat hilbijartin. Fergus bû yekemîn serokê reşik ê Parlamentoya Kanadayê.

Piştî ku Serokê Parlamentoya Kanadayê Anthony Rota piştî skandala Nazîyan a li meclîsê îstifa kir, di dengdana ku hat kirin de Greg Fergus wek Serokê nû yê Meclîsê hat hilbijartin. Fergus wek yekem serokê reş ê Parlamentoya Kanadayê hat tomarkirin.

Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau di daxuyanîya xwe de diyar kir ku Fergus wek Serokê Meclîsê yekemîn reşikê Kanadayê ye û got: “Divê ev yek ji bo hemû Kanadayîyan bi taybet jî nifşên ciwan ên ku dixwazin bi siyasetê re mijûl bibin, bibe îlham”.

Back to top button