PolîtîkRojev

Ramanli ji bo rewşa mamosteyên kurdî Wezîrê Perwerdeyê re hevdîtinê dike

Parlementerê Êlihê yê HUDA PARê Serkan Ramanli, diyar kir ku wan ji bo mamosteyên kurd ên li benda tayînkirinê ne bi Wezîrê Perwerdeyê re pêwendî danine û dê ji bo vê mejarê bicivin.

350 mamosteyên kurdî yên ku bernameya lîsansa kurdî qedandine li benda tayînkirinê ne. Herwiha zêdetirî hezar mamostayên kurdî li benda tayînkirina wan in, di nav wan de nêzîkî 800 kes bêyî tezê mastera xwe qedandine û bi vî awayî mafê wan ê mamostetiyê heye.

Komek mamosteyên kurd ên ku nehat tayînkirin çend roj berê ji bo çareseriya pirsgirêkên xwe nîqaş kirin û daxwazên xwe ragihînin parlementerê Êlihê yê HUDA PARê Serkan Ramanli ziyaret kirin.

“Divê hemwelatî bi kîjan zimanî biaxivin zarokên xwe fêrî wan bikin.”

Serkan Rahmanli di weşana zindî ya Rûdawê de behsa wê yekê kir ku ji bo tayînkirina mamosteyên kurdî yên ku îro nikarin bên tayînkirin, dê bi çi însiyatîfan rabin.

Wekîl Ramanli got, “Helbet dê însiyatîfeke me ya wiha hebe. Ji ber ku ev yek ji erkên me yên sereke ye. Divê em xebatên xwe yên li ser zimanê kurdî xurtir bikin. Di vî warî de jî erkên me yên giran hene. Herî dawî hin mamosteyên me hatin serdana me û xwestin bên tayînkirin. Ji ber ku wan jî dibistanên xwe qedandine û dixwazin mamostetiyê bikin. Dixwazin zarokên me fêrî kurdî bikin. Em jî vê daxwaz dikin. “Çi Kurmancî be, çi Zazakî be, divê welatiyên li van axan dijîn bi kîjan zimanî biaxivin zarokên xwe fêrî wan bikin.

“Em dixwazin pêşniyarên xwe ji raya giştî re eşkere bikin”

Serkan Rahmanli têkildarî xebatên ku dê ji bo vê yekê li Meclîsê bikin jî got, “Weke hûn jî dizanin piştî hilbijartinên 14’ê Gulanê em cara yekem ketin meclîsê. Tenê 3-4 meh in ku ez parlamenterî dikim. Parlamento jî dê sibê vebe. Em dixwazin li ser vê mijarê hin pêşniyarên xwe ji raya giştî re ragihînin. Em dixwazin hikûmet di vî warî de gavên erênî bavêje. Em dixwazin zarokên me bi zimanê xwe hîn bibin, bi zimanê xwe bixwînin û binivîsin. Ji ber ku ziman ji bo me pir girîng e. Em jî dizanin ku di salên borî de hikûmetê ev derfet di perwerdeyê de da zarokan. Yanî di salên borî de hikûmetê ev derfet da ku zarokên me bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin. Ji bo tayînkirina mamosteyan jî xebat hatin kirin. Îro ev derfet di destê hikûmetê de ye. “Em dixwazin tayînên ku di vê heyama 4-5 salan de nehatine kirin bi qasî hewcedariya gelê me bên kirin.

Wê çend mamoste bên tayînkirin?

Ramanli, diyar kir ku ji bo daxwaza tayînkirinê dê bi Wezîrê Perwerdeya Neteweyî re hevdîtinê bikin û wiha got: “Em ê bi Wezîrê Perwerdeya Neteweyî re hevdîtinê bikin, me randevû çêkir. Xwezî em we roja Sêşemê bibînin. Em ê daxwazên xwe yên di vî warî de bigihînin wan. Em dixwazin ev hemû mamoste bên tayînkirin. “Em dixwazin ku ew hemî werin tayînkirin, lê heke ew ne mumkin be, em ê kêfxweş bibin ku di çarçoveya derfetên gengaz de bêtir tayînkirin werin kirin,”

Back to top button