Rojnamevanê kurd Segvan Ebdulhekîm koçadawî kir

Nivîskar û rojnamevanê kurd Segvan Ebdulhekîm (1948-2010), piştî jiye‌kê pir xe‌bat di warê e‌de‌b û rojname‌vanîyê de, duhî li bajêrê Zaxoyê çû ber dilovaniya xwedê û her duhî li goristan Kevin li Zaxoyê hat veşartin.


Di merasima veşartina xwedêjêrajî de gelek berpirsên hikûmetê û partiyan, rewşnbîr, rojnamevan, nivîskar û xelkê deverê amade bûn, û li ser gorê wî, li dor kar, xebat û berhemên wî, ji aliyê Hesen Silîvanî serokê Yekêtiya Nivîskarên Kurd-şaxê Duhokê ve peyvek pêşkeş kir.

 

Segvan Ebdulhekîm di salên hefiyan da li radiyoya kurdî li Bexdayê çend salan kar kiriye, di rojnametên Bizav, Hawkarî, Metin û Rengîn de karkiriye. Endamê yekêtiya Nivîskarên Kurda-şaxê Duhokê û endamê Sendîkaya rojnamevanên Kurdistanê- şaxê Duhokê bû.

 

Segvan Ebdulhekîm piştî serhildana sala 1991ê hatiye Swêdê. Piştî azadkirina îraqê careke din vegeriyaye Kurdistanê û li ser xebatên xwe berdewam bûye û weke rêvebirê radiyoya Zaxo, Delal TV û Çarçira TV karkiriye.

 

Ji berhemê rehmetî:

1-      Heval hevaloşkê. Bo zarokan

2-      Çoxkê Eyazî- li ser sitranbêj Eyaz Zaxoyî

3-      Cegerxwîn- li ser xebat û berhemê Cegerwîn

4-      Elbuma Zaxoy, wêneyên bajêrê Zaxoyê

5-   Kewê rubad- liser stranbêj Mihemed Arif Cizîrî

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: