Civak
Mezintirîn nexweşxaneya acil li Hewlêrê tê vekirin
Hewlêr – Li Hewlêrê Tahêr Hewramî wezîrê tendurustî yê hikûmeta herêma Kurdistanê, li dîwana wezareta xwe, pêşwaziya heyeteke ajansa Korya Başûr a bi serokatiya berpirsê cîhbicîhkirina projeya nexweşxaneya Rojhilata Hewlêrê kir.
Di hevdîtina han de heyeta mêwan ragihand ku, tevahiya karên sazkirina nexweşxaneya acil a Rojhilat ku dê li Hewlêrê hête avakirin, bi dawî bûne û li benda demeke miasibin ku bi fermî nexweşxaneya Rojhilat vekin.
Hêjayê gotinêye ku, nexweşxaneya Rojhilata Hewlêrê projeyeke ku hikûmeta Korya Başûr pêşkeşî hikûmeta Kurdistanê kiriye û heta niha 7 milyon û 400 hezar dolar tê de hatiye mesrefkirin û ev pereyên han jî li ser bûdceya Korya Başûr hatine mesrefkirin.