Cîhan

Rojevakurd sersaxiyê li Serok Barzanî û serokwezîr Nêçîrvan Barzanî dike

Peyama sersaxiyê Dilovan Îdrîs Barzanî, birayê Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, duhî roja duşemê 02.04.2018ê li bajarê Hewlêrê bi nexweşiya dil, kirîza dil wefat kir.Me weke redaksyona malpera Rojevakurd.com, bi dilek pir xem û kovan ev nûşeya dilşewat bihîst. Jidestdana tekoşerekî din ji malbata Barzanîya xwedî bihezaran şehîdn, ne bi tenê ji bo malbata wan lê ji bo hemû gelê kurd kovan û xusareteke mezin e.Bi vê miansibeta xemgîn, redaksyona Rojevakurd sarsaxiyê li Serok Mesûd Barzan, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û hemû malbata Barzanî û gelê kurd dikin, em xwe hevparê xema malbata xwedêjêrazî Dilovan Barzanî dizanin in.Ji Xwedayê mezin daxwaz dikin ku, canê xwedêjêrazî, Dilovan Îdrîs Barzanî, bi beheşta berîn şad bike û sebir û aramiyê bi malbat û kasûkarên wî bibexşe, em hêvîdar in ev kovana we ya dawiyê be.Redaksyona Malpera Rojevakurd03.04.2018

Back to top button