Civîna Polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Polîtbîroya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi serokatiya Barzanî bi dawî bû.Endamê Polîtbîroya YNKê Ednan Muftî ragihand, “Me piştgîriya xwe bo pirsa referandûm û serxwebûnê dupat kir.”Endamê Polîtbîroya YNKê Ednan Muftî ji rojnamevanan re ragihand, “Me piştgîriya xwe bo pirsa referandûm dupat kir û ligel serxwebûnê ne.”Herwiha Muftî da zanîn ku, civîna îro ya di navbera Polîtbîroya PDK û Polîtbîroya YNKê taybet bi pirsa referamdûmê bû. Endamê Polîtbûya YNKê Sedî Pîre derbarê civîna YNK û PDKê ya di bin serokatiya Mesûd Barzanî de zanyarî dabûn Rûdawê û gotibû; “Ev civîneke lezgîn e û li ser rûdana îro ya li Baxdayê an ku helwesta Parlamentoya Iraqê ya li ser hildana Ala Kurdistanê li Kerkûkê ye.”  

Nêrînek

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: