Rojbenda xewinê

Ey cîhana girover ê ji rengên xwe xeyîdiye, tovên zordariya xwe di riwên westiyayan de biçîne, ta bi hêz hember desthilatiya te şoreşê raghînin ,  şeynê xwe berde di ferehiya rêyan de, berkenê xwe belav bike li ser aliyan , cîhan xemgîniye, di nîva wê de bêdengiyekî xemsar e , aram e, vedengê xwe qutnabe , baranê bê qurşîn qul dike, cîhan riyeke biryar da ku xwe bidawî bike, û nîşanên xwe li ser eniyên  kesên birçî û ji mirinê têr bûyî datîne.

Cîhan zivistanekî dirêj e,  tirkiye , kolanên serêkaniyê dide ber xwe ji serî de ta dawiyê , û balindeyê nalînê hatiye serjêkirin ji roja ku pêlavê ahîna xwe li xew kiribû û bi cenazeya kurdan re derketibû, cilê xwe yî tarî qetandibû  bi dînbûnekî har , di nav sermayê û berfê bêhiş de digevizî .

Cîhan rêyekî tije navber e , ji mîrên cengê re , û vegera welêt , nepeniyeke ne zelal e.

ji evînê şiyar dibim, ji temara giran , bajarên min bi teniyê dixemilî ne, temara miriyan bûye navnîşan li warê me yê virmor de ,dil xwe ji kînê re ditewîn e.

bi şewata xwe ez şiyar dibim, ji qalibên bûzê , timî diramin ku min bixin peykerekî gêj, êşa min e qelew dilivîne ,ji birçîbûnê û mirinê şiyar dibim ,ji lanetê êşê direvim , ji xuleka evîneke dirêj, li bajarê barkirinê de rêwî dimîne , û elesa sibehê, ewrên xwe yê lawaz li ber çavê heyvê belav dike, ji şîrê ewran dimêtê, belavbûn e ,bi qurmên darê ve qemitî ne ,bi pelên gulan girêdayî ne, û hebûn tevî ku tê xwarin , zengilê agahiyê lêdide, sirûda vegerê dibêje, berî ku dem bibe dereng , û tiliyên lingên me, bi rêyan re biaxivin , li dilên bawermend digerin , evîn ji xwe re dibînin ol û hebûn ji xwe re dibînin dayik , ta bigihên lutkeyên zanînê .

Ser êşê dinivîsim ,di nav mijangên gurnijîna fereh de , behsa kêşeya evînê dikim, di bajarên qirecirê de, ta ez wateyekî veşartî bikşînim .

Behsa hurgiliyên wê di pêveçûnan dikim , û biderbekê ramanbûna min radiweste, hewl didim ku ji wê ramanbûna tirsdar şiyar bibim,  sêwir jî metirsiya min e, ramenekî saxlem e, derket meşê , bizdayî rabû ji hizrê min , peqikên dûdiliyê  li ber min belav kir, wax, ey bangên nalînê , refên keseran ber min  derbas bûn  dinav xemên dergehên asemayî , û çûkên roniyê paş min reviyan, xweziyên xwe hiştin çekirî li ser lêvê min , xwe radestî dengên qirgurgan dikirin, tabloyên xwe yên xemgîn li rojbendê xewinekê de şêwe kirin, ber yadîgariya min , ez bi şopê şadiyekî ketim , ji derveyî geravên tozê  û geşbiniyên wê yên biguman, pey rehjenê dilê xwe diketim , li yarekê digeriyam , min westanidibû, dema min wê naskiribû, dibe ku şaştiyekî qewîmî be, ango aramnc û derecam nepenî rawestiyayî bin, dema ku alî li pêş me dizivirîn , wisa bi me re çêdibe ,dema nîgaş ji me nêzik tê  ta sihên rastiyê veşêre , bi me re wisa çêdibe, mirin gotinên jiyanê a dawî ji me re dinivîse,em jî dikevin di xirêna dûrçûyînê, em bi katijmêrên  tenahiyê diramin , metirsiyên me dimînin bêdeng li ber tirsê giran , û dimînin dûrî rehniyê , mîna sêwiyan gavên xwe yî sêwî amar dikirin, tevî vê jî xewin , ew nûnerê bitenê ji me re ye, deriyê ronahiyê dikute ,ta me ji tunebûnê derxîne , me ji jiyanê ta mirinê veguhêzîne, û ji mirinê ta jiyanê , û jiyan naye jinavbirin ta tevger hebe.

Rêber Hebûn

Nerîna min :