
Donald Trump serokê Amerikayê ji berî dema serokatiya wî xilas bibe rojekî bi rêya videoyekî xatir ji Qesra Sipî û ji serokatiya Amerikayê xwestin. Di axavtina xwe de Trump navê Biden neanî ser zimanê xwe lê got ku, ez ji bo desthilata nû ku serbikeve dia dikim.
Trump li gora prosedora radestkirina serokatiyê gerek îro li gel Biden li Qesra Sipî taştiya sibehî bixwara û bi hevre çûbûna avahiya Kongresê. Trump dabû xûyakirin ku ew tevlî rewrisma sundxwarina Biden nabe.
Trump di axavtina xwe de dibêje:Amerikayî hemû ji bo êrîşa li ser avahiya Kongresê ketin di nava metirsiyekî de. Tundiya siyasî êrîşê hemû nirxên me dike.Divê niha ji hemû demî behtir em li dora nirxên xwe yên hevbeş werin ba hev û kom bibin.
Trump beşek axaftina xwe de dibêje ku, em gelek bi meznahî serkeftin û ev tişta ku herkesekî hizir dikir zêdetir bû. Em ji peymanên navdewletî yên ku li dijê berjewendiyên Amerikayê bûn derketin. Niha welatên NATOYê ji berê gelek zêdetir pera didin, berê bar hemû li ser milê Amerikayê bû.
Di beşek din axavtina xwe de Trump dibêje:Me karî DAÎŞê û Qasim silêmanî kuşt.Me bi siyaseta xwe ya bi biryar hişt ku li Rojhilata Navî gelek peymanên aşitiyê bêne îmze kirin.