Nêçîrvan Barzanî û Hulusî Akar pêwendiyên dualî gotûbêjkirin

Serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar civiya , tekez li ser pêşxistina karê hevbeş kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Sêşemê 19ê Çileya 2021an pêşwazî li Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar û şanda pê re kir.

Di hevîdtinê de Nêrçîrvan Barzanî û Hulusî Akar peywendiyên dualî hatin gotûbêjkirin ûtekez li ser pêşxistina karê hevbeş kirin.

Biryar e Hulusî Akar serdana Bereya Turkmanî ya li Hewlêrê jî bike.

Her îro Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Hewlêrê pêşwazî li Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar kir. Li gor daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî û Hulusî Akar di civînê de tekezî li ser “giringiya cîbicîkirina rêkeftina Şingalê” û “derketina milîsan û hêzên çekdar ên neqanûnî li Şingalê” kirine.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihandiye, di hevdîtinê de “behsa rewşa Iraq û deverê û pêşdebirina zêdetir a têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de hate kirin. Tekezî li giringiya hevahengî û berdewamiya pêwendîyên dostane yên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiye de hat kirin, bi taybetî bihêzkirina hevahengî û hevkarîyê ji bo bicihkirina aştî û ewlehiya herêmê.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de tê gotin, di civînê de tekezî li “girîngiya cibicîkirina rêkeftina Şingalê û derketina milîs û hêzên çekdarên neqanûnî” hate kirin, ji bo rewşa asayîkirina rewşa deverê û vegera koçberan bo ser cih û warên xwe.

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar piştî serdana Bexdayê û civînên li gel berpirsên Iraqê, duh êvarê bi serdanekê gihîşt Hewlêrê û ji aliyê Şoriş Îsmaîl Wezîrê Pêşmerge ve hat pêşwazîkirin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: