Nivîsar

Rojavayê Kurdistanê û siyaseta rast

Li Suriye û rojavayê Kurdistanê rojane guhertinên girîng pêktêne. Rusya, Amerika û Tirkiye rolê esasî dileyzin. Amerika siyasetek gelek tehsînek rövedibe, ji bo vê siyaseta Amerikayê gelek caran hêzên ku Amerika pişgiriya wan dike nizanin dê çi bikin. Ev yek jî taybetî ji bo Kurda rolek mezin dileyze.

Rusya û Îran siyaseta xwe li Suriye ser mayîn û parastina rejima Esad avakirine. Niha li ser erdê siyaseta wan serkeftî dixweye.

Tirkiye bi rêya çekdarên muxalefeta Suriye deverên wek Efrin, Girê Spî û Serêkaniye wergirtine û hêceta ewlehiya sinorê xwe siyasetekî rêve dibin. Lê dixweyê Tirkiye dê pêşerojê de li Suriye û rojavayê Kurdistanê biteqine.

Ji Kurda ya herî girîng pirsa Kurd e. Gelo dê pêşerojê de di siha siyaseta ku ev welat rêve dibin ,dê çarenûsê Kurda çibe ?

Piştî êrîşa Tirkiye ya Grê Spî û serêkaniye û taybetî operasyona kuştina Ebubekir Bexdadî, kurda pişgiriyek mezin li Amerika û Ewropa wergirt. Gelek aliyên siyasî pişgiriyekî didin Kurda. Lê rewşa Kurda destnade ku pêşwaziyek siyasê li van pişgiriya bikin û pişgiriya heyî bêxin di xizmeta destketina mafên rewa yê gelê Kurdistanê de.

Mixabin bandora PKK li ser PYDê û HSDê dibe asteng di rêya destxistina mafên rewa yên Kurdan de. Bivê nevê PKK wek hêzek “terorist“ ji aliyê cihanê ve tênasandin. Tirkiye jî vê argumentê di qada nevnetewî de gelekî bi kar tîne û rê li gelek tiştan digire.

Di rastiya Suriye û rojavayê Kurdistanê de jî siyaseta PKKê ji bo Kurda windakirina mafên netewîne û astenga herî mezin ya destxistina statuyekî ji bo Kurdistana Rojavaye.

Amerika û hinek welatên hevpeyman gelek hewl didin ku PYD û HSD ji bin bandora PKKê derkeve û li gel ENKSê hevkariyekî pêkbînin da ku bikaribin ji bo destxistina mafên rewa yên kurda li rojavayê Kurdisyanê hinek encamên erênî destve bînin.

Taybetî di vê dawîyê de helwesta serokê herêma Kurdistanê û pêwendiya li gel fermandarê giştê yê HSDê zeminek pêyda kiriye ku li rojava yekitiyek di nava Kurdan de ava bibe. Nêçîrvan Barzanî siyasetek rasteqînî ji bo berjewendiyên Kurdên rojavayê Kurdistanê anî ziman. Lê mixabin aliyên wek PKKê bi simsariyek siyasî hewldidin rê têgihandina siyaseta serokê herêma Kurdistanê bigrin. Lê siyaseta reel û Kurdistanî di gotinên Barzanî de rastiya xwe dibîne. Daxûyaniyên Mazlum Ebdî jî di vê derbarê de rolek erênî dileyze û Mazlum arikariya Barzanî dixwaze.

Tê zanin ku PKK li dijê başûrê Kurdistanê gelek xirab siyasetê diafrîne û heta radeyekî dibe tehdîdek mezin li ser başûrê Kurdistanê. Lê fermandarê giştê yê HSDê li dijê siyaseta PKKê gava tavêje û bi vê yekê pişgiriyek bi hêz peyda dike. Fermandarê HSDê ji aliyê Amerika, Rusya ve jî hatiye qebûl kirin.

Niha rewşa derketî holê ji bo kurda li rojavayê Kurdistanê firsendek dîrokiye. Eger kurd vê firsendê bi kar neynin, hêdî di xeyalan de jî mirov dê nikaribe behsa statuyekî Kurdistanî ji bo rojavayê Kurdistanê bike.

Ev Firsend jî ewe ku, PYD û HSD bi vekirî reda siyaseta PKKê bikin û bandora Qendilê bişkînin û li gora mercên welatê xwe û ji bo berjewendiyên miletê xwe yên netewî tevbigerin. Li gora mercên rojavayê Kurdistanê li gel ENKSê peymanek siyasî û vê yekê ve girêdayê hêzên YPGê û Pêşmergeyên Roj bikin yek û li gora berjewendiyên Kurdistana Suriye tevbigerin.

Dê ev yek hêviyek mezin peyda bike û bibe sedemek ku kurd li hemû deveran pişgiriyek mezin bikin. Ev yek daxwaziya Amerika û welatên hevpeymanin.

Pêwiste siyasetmedar, rewşenbîr û hemû kurd pişgiriya vê yekê bikin da ku, Kurd li rojava bedelê xwîna rijandîn bistînin. Bedelê vê xwînê statuyek Kurdistanî destxistina mafên netewîye.

Eger ev yekîtî di nava kurdên rojava de pêkwerê û siyaseta PKKê berteraf bê kirin, dê leyiztikên Tirkiye jî têkherin û mecbur bibe ji herêmê û ji axa Kurdistanê dûr bikevin.

11.11.2019

Analiz/N.Firat

Back to top button