Polîtîk

“Rojava radestî dewleta Sûrî kirin”

Rojnemevan Serdar Akinan di Moz Tv de videoyek weşand û dibêje ku, bi fermana Ocalan rojavayê Kurdistanê bê merc radestî dewleta Sûrî kirin.

Nûçeya ku Akinan weşandî wehaye:

Rojava bi fermana rasterast a Öcalan radestî Dewleta Sûriyeyê hat kirin.

Ocalan: “Ev fermanek e. Her tiştê ku we heye radestî Dewleta Sûriyeyê bikin.”

Rojnamevan Serdar Akınan ragihand ku Öcalan, di destpêka “Pêvajoya Tirkiyeya Bê Teror” de, bi rêya telekonferansê talîmat da rayedarên Rojava, û li gorî van talîmatan, Öcalan ferman da ku xalên krîtîk ên li Rojava (deriyên sînor, gumrik, bîrên petrolê, bendav, sîloyên genim, dibistan, nexweşxane, hêzên polîs, hêzên ewlehiyê, baregehên leşkerî, hwd.) rasterast radestî dewleta Sûriyeyê bên kirin.

Tê zanîn ku nivîsên civînê di Îlona sala borî de ji raya giştî re hatin eşkerekirin û ji hêla endamekî parlementoyê yê Partiya Demokratîk ve hatin piştrastkirin.

Nivîsên nivîskî diyar dikin ku di serdema nû de êdî dewlet ne hewce ne û divê projeya “Sûriyeya Demokratîk” were bicîhanîn.

Qeydên ku li jor hatine behs kirin ji hêla raya giştî ve wekî delîlên berbiçav ên “Teslîmbûna Rojava” têne dîtin.

Back to top button