Rojane li Tehran û Enqerê sedan kes ji ber Korona dimrin

Nahîd Xudakeremî Endamê Encûmena Şûraya Tehranê ku Berpirsê Lîjneya Tendirustiya Encûmenê ye ragihand: “Li gor wan amarên ku min heye, rojane li bajarê Tehranê 70 kes heta 100 kesan ji ber tûşbûna şewba Koronayê canê xwe ji dest didin.
Ew amarên Xudakeremî behs dike cûda ne ji wan amarên ku rojane Wezareta Tendirustiya Îranê belav dike. Nahîd Xudakeremî li wê baweriyê deye û dibêje: “Ji ber dû sedeman amarên Wezareta Tendirustiyê li gel wan amaran da ku me heye cûdane, ew jî eweye ku encamên zêdetirê taqîkirinên Korona piştî can ji destdana tûşbûyan tê û sedema duyem jî eweye ku sedema can ji destdana zêdetirê tûşbûyan li nav belgeya mirinan da, wekî êşên nefes kişandinê têne tomar kirin neku şewba Korona”.
Welatê Tirkiye jî wekî Îranê heman fêl û hîleya li hejmara can ji destdanê de dike. Amarên ku Dewleta wan pêşkêşkiriye eve li jêre:
Welat – Hejmara Pêketiyan – Can ji destdan
Iranê – 77,995 – 4,869
Tirkiye – 69,392 – 1,518
Başûrê Kurdistanê – 335 -4