Roja şemiyê serok Barzanî dê bi lîsteyên serketî re bicive
Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê dê roja şemiyê 03.04.2010ê bi qeware û lîstên serketî di hilbijartinên parlamentoya Îraqê de ku, roja 07.03.2010ê li sertaserî Îraqê û Kurdistanê pêkhat bûn, bicive.
Li dor vê yekê Fuad Hisên srokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê di daxuyaniyeke de got ku serok Barzanî dê digel serokên qeware û lîstên kurdistanî yên ku di hilbijartinên parlamentoya Îraqê de serketin bidest xistiye, roja şemiyê 03.04.2010ê, bicive.
Serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê dibêje:
– Di civîna roja şemiyê de, serok Barzanî dê çend pirsên girêdayî pêşhatên siyasiyên piştî hilbijartinan, çewaniya pêkanîna hikûmeta nû a Îraqê, pêkanîna komîteyekê ji qeware û lîsteyên kurdistanî da ku, ji bo pêkanîna hikûmeta nû a Îraqê, danûstandinan bi aliyên din yên îraqî re bike, diyarkirina çarçovewyê bernameyê minaqeşeyên şandeya herêma Kurdistanê bi aliyên din re, pirsên giringên têkeldar bi herêma Kurdistanê û Îraqê, yekirina helwest û gotara kurdistanî çend pirsên din minaqeşe bike.