Kultur

Dîroknasê kurd li Hewlêrê hat xelat kirin

Di merasimeke bijarte de û bi amadebêna Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Kemal Mezher nivîskar û dîroknasê kurd ê binavûdeng hate xelat kirin.

Di merasimê de ku, wezîrê rewşenbîrî û gêncan, waliyê Hewlêrê, felekdeîn Kakeyî û hijmareke berpirsên hikûmî û hizbî û hijmareke nivîskar, kesyetî û rewşenbîrên kurd amadebûn, serokê hikûmeta herêma Kurdistanê peyvek pêşkeş kir û paşî medaliya zêrî pêşkeşî dîroknas Kemal Mezher kir.

Ev merasim ji aliyê wezareta rewşenbîrî û gêncan a hikûmeta herêma Kurdistanê, yekêtiya nivîskar û yekêtiya rojnamevanên kurdistanê û ofîsa rêxistinên demokartîk ve hat bû amade kirin û di roja 31.3.2010ê li Hewlêrê û li hola Pêşewa birêve çû.
Kemal Mezher hemû jiyana xwe di warê nivîsîna dîroka kurd û Kurdistanê û xizmeta zanîn û mirovatiyê de terxan kir.

Back to top button