Roja hilbijartinên herêmî di Rojnameya Fermî de hat weşandin

Roj û dema hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di Rojnameya Fermî de hat weşandin û eşkere bû.
Lijneya Hilbijartina Bilind (YSK) dîroka destpêka Hilbijartinên Giştî yên Rêveberiya Herêmî, ku wê di 31ê Adara 2024an de bê lidarxistin, 1ê Çileya 2024an diyar kir.
Li gor biryarê; partiyên siyasî yên ku beşdarî hilbijartinê dibin wê di 2 yê Çileyê de ji aliyê YSKê ve bên eşkerekirin û cihên wan ên di sindoqê de jî wê di 27ê Çileyê de ji aliyê YSKê ve bê diyarkirin.
Partiyên siyasî divê heta 20ê Sibatê saet 17.00an lîsteyên namzetên şaredariyên parêzgeh û navçeyan, endamtiya meclîsên şaredariyan û endamên meclîsa giştî ya parêzgehê pêşkêş bikin û namzetên serbixwe jî serlêdana xwe bikin.
Propaganda û qedexeyên hilbijartinê wê di 21ê Adarê de dest pê bikin û 30ê Adarê saet 18.00an bi dawî bibin.
Bi dawîbûna qedexeyên hilbijartinê 31ê Adarê saet 23.59an hat diyarkirin.