Nivîsar

Kurd û dîplomasî

Kurd milletekî mêr mêrxas, têkoşer û şerkir e. Kurdan tucarî di şer de winda nekiriye. Tiştê ku pişta Kurdan şikandiye siyaset e, dîplomasî ye, têkilî û dosyaniyên navnetewî ne. Yanî, Kurdan ne di şer de, lê li ser maseyê winda kiriye.  Dîplomasî tê wateya ragihandina siyasî û yasayî ya navnetewî.

Dîplomasî ji bo çareserkirin û naskirina pirsgirêkan, ji bo qezenckirina dost û hevalbendan tê kirin. Dîplomasî herweha hem di qada herêmî û hem jî di qada navnetewî de çêkirina lobîyê ye. Dîplomat jî bi rêya nûnertiyên biyanî û nûnertiyên dîplomatîk kar dikin û ji millet û welatê xwe re, ji armanc û destkeftiyên xwe re dost û palpiştan peyda dikin. 

Dîplomasî amûra sereke ya siyaseta derve û rêveberiya cîhanî ye. Peyman, tifaq û têkiliyên navnetewî gelek caran encama danûstandin û pêvajoyên dîplomatîk in. Dîplomat jî bi şîretên karbidestên hikûmetê dikarin alîkarîya avakirina dewleteka xwe bikin. 

Dîplomasî di siyaseta derve de tê wateya çareseriya pirsgirêkan a bi rêbazên aştiyane û danûstandinan. Dîplomat jî ew kes e ku peywendiyên navnetewî pêk tîne û vî karî ji bo  xizmeta millet û welatê xwe wek pîşe dike.   

Dîroka dîplomasiyê pir kevn e û xwe digihîne dema Hîtît an. Ji dema Hîtît an û heta îro nakokî û şer û pevçûn, bi rêya danûstendinê, ango bi rêya dîplomasiya herêmî û navnetewî hatine çareserkirin. Îro jî wilo ye, sibê jî wê wilo be.

Bêyî dîplomasî û dan û stendina navnetewî, bêyî hebûna dost û dilxwazan çareseriya nakokî û pirsgirêkan zehmet e. Ji ber vê yekê, nemir Serok Mistefa Barzanî digot „Dostên xwe zêde bikin û dijminên xwe kêm bikin“. Û xuyaye PDK û Barzanîyan ev yek ji bîr nekirine û di zanebûna girîngiya dîplomasiyê û zêdekirina dostan de ne.  

Komcivîna Cîhanî ya Keşûhewayê (COP28) li Îmarata Erebî hat lidarxistin û evê komcivînê carek din mecala dîplomasî û zêdekirina dostan da Kurdan. Beşdarbûna Serokê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr birêz Mesrûr Barzanî û bi dilgermî pêşwazîkirina wan a ji alî serokên gelek dewletan ve, hem nîşana xurtbûna dîplomasiya Barzaniyan û hem jî nîşana naskirin û nasandina doza Kurd û Kurdistanê ye. Ev yek hem ji bo îro û hem jî ji bo pêşeroj û çarenûsa Kurd û Kurdistanê gavên girîng û pîroz in. 

Nûçe / Şirove

Back to top button