Sekreterê Giştî yê NY pêşwaziya Mesrûr Barzanî kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Îmaratê ji alî Serokê Îmaratê Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres ve hat pêşwazîkirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî 1ê Kanûnê beşdarî merasima vekirina Lûtkeya Avhewayê ya Cîhanî (COP28) bû ku li bajarê Dubayê birêve çû û ji aliyê Serokê Îmarata Erebî Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan û Sekreterê Giştî yê NY ve hat pêşwazîkirin.
Biryar e Serokwezîr Barzanî ligel serkirdeyên cîhanê bicive û bandorên neyînî yên guherîna avhewayê li ser Herêma Kurdistanê, Iraq û welatên din gotûbêj bike.
Serok Barzanî di çendîn ahengên pêştir de hişyarî dabû ser metirsiyên guherîna avhewayê û bandorên xirab ên li ser Herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyê bi giştî û daxwaza pêşxistina hemahengî û hevkariya civaka navdewletî ji bo çareserkirin û kêmkirina wê kiribû.