Roja Alaya Kurdistanê Li Hemû Kurdistaniyan Pîroz Be.
17ê Çileya Pêşîn Ya Roja Alaya Kurdistanê Li Hemû Kurdistaniyan Pîroz Be.
Alaya Kurdistanê ya ku îro hatiye qebûlkirin(17ê Çileya Pêşîn) , di 1919an de ji alî Cemîyeta Teşkîlatî Îctîmaîyê ya kurdan ve hatîye tesbîtkirin û di 1920’î de jî dîsa ji alî Cemîyeta Teşkîlatî Îctîmaîyê ya Kurdan ve bi biryarekê hatîye qebûlkirin û şiklê wê weha ye; li jor rengê sor, di nîvî de sipî, li ser sipî roj û li binî rengê kesk .
Di 1927an ew alaya ku di 1920ê de hatibû qebûl kirin, ji alîyê Xoybûnê ve li çiyayê Agirîyê hate bilind kirin.
Ala Kurdistanê di 1932an de li ser herdu bergên Hawarê, hejmar: 11 (10 Çiriya Paşîn 1932) bi rengîn hatîye çapkirin. Rengên wê jî sor li jor, di navendê de sipî û di binî jî kesk, di ortê de jî tavek ji 18 tîrêjî heye.
Hikûmeta Komara Mehabadê Ala Kurdîstanê ya ku di 1919an de ji alî Cemîyeta Teşkîlatî Îctîmaîyê ve hatibû tesbîtkirin qebûl kir, lê li kêleka roja wê, rismê du simbilên genim û li pişt wê jî çiyayek û dareke çamê lê zêde kirin û bi guloverî jî li ser wê Dewletî Komarî Kurdistan nivîsîn û ew wek ala Komara Mehabadê qebûl kirin. Berîya ku Komara Kurdistanê birûxe, Qazî Muhemed ala Kurdistanê ya Komara Mehabadê dide Mela Mistefa Barzanî û weha dibêje: “Vê Alaya Kurdistanê li bal xwe biparêze! Umîdwar im hûnê nehêlin ev alaya hanê bikeve erdê.”
Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê jî ew alaya ku di 1920ê de hatibû qebûl kirin, wek ala Kurdistanê qebûl kiriye. Parlamentoya Kurdistanê 2002an de pîvanên alê tesbît kiriye û li gor vê qanûnê 21 tîrejên rojê li ser alê hene.
Ev alaya Kurdistanê, wek nirxeke neteweyî eve nêzî 100 salan e ku wek alaya Kurdistanê tê qebûl kirin. Û îro jî ev ala, ala hemû Kurdistaniyan e.
17ê çileya pêşîn, roja alaya Kurdistanê ye. Ev roj,roja ku bi hestên neteweyî xwedîderketina ala Kurdistanê ye û hildana wê ye . Divê ev al jibo hemû Kurdistaniyan wek alaya Kurdistanê bê qebûl kirin.
Roja 17ê çileya pêşîn, roja alaya Kurdistanê, li hemû Kurdistaniyan pîroz be.
Buroya Çapemeniyê û Ragehandinê ya Partîya Azadîya Kurdistanê(PAK)