Civak

Roj roja hevderdê û alikarî û hevkarî ye

Gelê me yê heja,

Şewbêyê Corona li ser cihanê bûye metirsiyek. Mîrovahiyê vê care jî rû be rûyê karaseteka

gelek mezin e. Virusa corona bi lez û bez di nava civatê da belav dibe û mirov pê nexweş

dibe. Îro li seranserê cihanê milyonek nîv mirov pêketiyê vê virusê ne û nêzikê sedhezar kes

canê xwe ji dest dane.

Herwekî tê zanin demeke virusa corona bandora xwe li navçeye me jî nişan dide. Hêjmara

mirovên, ku ji ber corona canê xwe ji dest dane, roj bi roj zêde dibe. Ger rewş bi vî şîweyê

berdewam be, xetera corona dibe sedema mirina sedhezaran kes û pirsgirêkên gelek mezin a

tenduristiyê, ku qerebo kirina wî gelek zahmet dibe.

Bê guman em rû bi rûyê metirsiyeke gelek mezin in lê belê em ne damav û bê care ne. Eger

em bi gor rênumayên zanistê tevbigerin û hevkariya hevdu bikin, dikarin bandora kareseta

hanê kêmtir bikin û virusa hanê têkbibin. Ger em pabendê runumayên Saziya Tunduristiya

Cihan û saziyên din yên tendirustiyê bin, dikarin bi xesareke kêm ji vê pêvajoyê xilas bin.

Eger mecbur nebin ji mala xwe dernekevin.

Divê yek-du metre fasila di nava me hebe û giringî bidine paqijiyê û gava derdikevine derê,

divê dev dimê xwe bi maske bipêçin.

Gelê me yê hêja û fidekar,

Şewbêyê corona tenê nabe sedema nexweşiyê, her usa dibe sedema gelek kêşeyên aborî û

civakiyê. Îro bi hezaran ciyê kar hatine daxistin, bi hezaran zahmetkeş bê kar mane. Bi

hezaran karker ji kar hatine durxistin û ev yêka hanê bûna sedema qeyrana aboriya kur. îro bi

hezaran kes nikarin nanê rojê peyda bikin.

Qeyrana hanê a civakî û aboriyê gelek erk û kar datine pêşiya civatê me. Di zirufa usa dijwar

da divê em li hevdu xudan derkevin.

Yeko yeko em hemu, bi gor şiyan û îmkanê xwe divê alikariya hêjaran, kal û pîr û

kêmderfetan bikin, bona vê armance torên alikariyê ava bikin.

Em dikarin bi yêkitiya netewî û civakî, bi hevkarî û alîkariyê ve ji vê pêvajoya dijwar

derkevin. Îro bona ava kirina tora hevkarî û alîkariyê divê her kes, hemu rêvaberiyên navçeyî,

hemu sendika û partiyan û saziyên sîvîl destpêşxer bin.

Temenê rojên teng kurt e.

Divê em deste bidine hevudu û bi bîr û hestên netewî tevbigerin û hêviya xwe wenda nekin.

Roj roja tekoşîn û hevbendî ye.

Wekî berê, emê şewbêyê hanê jî têkbibin.

Rojên xweş nêzik e.

10.04.2020

Partiya Sosyalîst a Kurdistan

Back to top button