Polîtîk

PSK:Roj Roja Hêmînî û Aramî Ye

Deng û bahsên, ku ji Kurdistana Başur tên ciyê nigeraniya hemu Kurdên welatparêz e.

Bi gor deng û bahsên gihiştî, hinek xêrnexwaz û nokerên dewleta dagîrker, ku xwe di nava xwepêşanderan da veşartine, teqa li hêzên asayiş kirine, êrîş kirine avahiyên fermî û partiyên desthilatdar û şewitandine.

Tiştekê veşartî nîne, ku Hikumeta Herêma Kurdistanê rû bi rûyê qeyranê aborî ye. Nakoki ligel hikumeta merkezî a derbareyê butceyê giştî û şewbeyê Corona jî rewşa aboriya Heremê xiraptir kirine.

Siruştî ye, ku hevwelatiyên Başurê, ku ji ber qeyrana aboriyê dinalin û di bin barê giran da ne, bi sazdana xwepêşandanên aşitiyane daxwazên xwe pêşkeşê hikumeta Heremê bikin û jê bixwazin, ku bona çareser kirina keşeyen aborî û civakî hewl bide.

Lê tiştekê ne siruştî ye, ku di xwepêşandanan da êrîş li kesên bê tawan, li ser avahiyên partî û hikumatê bêne kirinê. Ev yêka hanê ne tenê bona revatiya mafên xwepêşandanê ziyanbexş e her usa rewşa siyasiya Heremê aloztir û dilê dagîrkerên Kurdistanê xweş dike, ku bona têkbirina desketvtên netewî yên Başurê Kurdistanê derfetan digerin.

Em daxwaz ji pêşanderan dikin, ku daxwazên xwe bi hêmînî û aramî û aşitiyanê pêşkêş bikin, derfet nedin kesên ajaveger û nokeren dagîrkeran.

Em daxwaz ji Hikumeta Herema Kurdistanê dikin, ku pêşwaziya daxwazên gel yên maqul û reva bike li ser rêya çaksaziyê da pêgir be.

Em daxwaz ji hemu partî û hêzên siyasî yên Kurdistana Başurê dikin, ku berjewendiya gel û welat li ser hemu tiştan da bigrin, bona parastina deskevtên netewi yekhalwest bin.

Heya ku rewş hîn aloztir û xiraptir nebûye û pirtir xwîn nehatiye rêtin, em carekî dinê daxwaz ji PKK dikin, ku destê xwe ji kar û barên navxweyiya Herêma Kurdistanê bikşine û serweriya hikumeta Heremî binase.

Em piştrast in, ku gelê me li Kurdistana başur xweyî li deskevtên xwe derdikeve, ku berhema xwîna sedan hezar şehîd în.

Em piştrast in, ku hikumeta Herêma Kurdistanê wekî berê, bi hêmînî û aramî serederî ligel bûyerên dawî dike û nahêle rewş aloztir be û ber bi xirabiyê ve biçe.

09 Sermavez 2020

PSK- Partiya Sosyalîst a Kurdistan

Back to top button