Civak

Roboskî: 13 sal derbas bûn

13 sal li ser komkujiya Roboskî yê re derbas bûn.

Di Komkujiya Roboskî de 34 welatiyên sivîl bi bombebarana balafirên şer ên Artêşa Tirkiyeyê hatibûn kuştin.

Li gundên Bêcû û Roboskê yên navçeya Qilabanê, şeva 28ê Kanûna 2011ê balafirên şer ên Tirkiyeyê welatiyên sivîl ên Kurd ku debara xwe bi bazirganiya li ser sînorê navbera Başûr û Bakurê Kurdistanê dikirin li devera Heftanînê bombebaran kirin.

Di bombebaranê de 34 welatiyên sivîl ku 19 ji wan zarok bûn bi awayekî komî hatin kuştin.

Ev komkujî ji aliyê dewletê ve hate kirin. Hinek dezgehên dewletê li ser vê yekê hev tawanbar kirin. Lê tu cara ev doz di dadgehande awayek adilane cih nedît. Tu kes yan jî berpirsên vê komkojiyê nehatine cezakirin.

Jialiyek din ve Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê, herî dawî 17ê Gulana 2018ê bi hinceta ku parêzeran Doza Robozikê belgeyên pêwîst di dema xwe de amade nekirine dosyeya doza Komkujiya Roboskê red kir.

Di rastiya xwe de, komkujiya Roboskî kirin malzemeyek siyasî û HDPê li ser vê yekê hewlda rantek siyasî destbêxe. Berpirsên baroya Şirnexê jî di vê derbarê de deng dernexistin û li gora siyaseta HDPê tevgeran. Ji berî vê bûyerê pêwendiyek HDPê qurbaniyan re tunebû. Lê gelek bi zanebûn ev bûyera trajîk wek gelek tiştên din bi karanîn. Ji bo xeletiya wan û xemsariya wan doz li Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê hate red kirin.

Heta HDPê hinek mirovên qurbaniyan birin parlementoyê jî. Wan jî mixabin li ser xwîna qurbaniyan siyaset kirin.

Îro dema salvegera vê bûyera ku ji aliyê dewletê ve hatî kirin û ji aliyê HDPê ve hatî suistimal kirin, kesek deng nake. Bîranîna salvegera bûyeran de pêwiste rastiya bûyeran jî bê behsa kirin. Hema bi bîranîn tu feydayê wê nîne. Armanca bîranîna ewe ku, behsa rastiya bûyerê bê kirin û ew bûyer zîndî bê kirin e.

Mixabin wek gelek tiştan helwesta HDPê û bêxemiya baroya Şirnex ev yek di rûpelên dadweriyê heland û negihişt armanca xwe.

Back to top button