Civak

Riha: Jinek ji aliyê birayê xwe ve hat kuştin!

Jinek li Rihayê di kolanê de ji aliyê birayê xwe ve hat kuştin.

Bûyer li Taxa Akpinarê ya navçeya Karakopruya Rihayê qewimî. Hat îddîakirin ku Bahar Hezer dema li ser rê dimeşiya ji aliyê birayê xwe Yekta Hezer ve hat kuştin. Bahar Hezer a ku piştî gulebaranê di nava xwînê de ma  û ji aliyê Timên tenduristiyê ve rakirin Nexweşxaneyê. Bahar Hezer li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.  Yekta Hezer a ku xwişka xwe gulebaran kir û ji cihê bûyerê reviya, li Taxa Yenîşehîrê ji aliyê polîsan ve hat girtin û piştî demeke kin hat binçavkirin.

Hat zanin ku, Bahar Hezer endezyarê avahisaziyê û endama komita rêvebir a Odeya(jura) Endezyarên avahîsaziyê

Berpirsê  Odeya Endezyarên avahisaziyê yê parêzgeha Rihayê, di derbarê kuştina Hezer de peyamek belav kir û got: “Endama me ya komiteya rêveberiyê Bahar Hezer di encama êrîşa çekdarî de jiyana xwe ji dest da. Ji hemû hevrêyên me û hezkiriyên wan re sersaxiyê dixwazin.”

Back to top button