Bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, li bajarê Hewlêrê duhî roja çarşemiyê 04-09-2013ê duyemîn pêşangeha derfetên kar li herêma Kurdistanê hat vekirin.

Di merasima vekirina pêşangehê de ku, ji aliyê hikûmeta herêma Kurdistanê û hijmareke kompaniyên biyanî û navxwe tê sponsere kirin û gelek mezine kompaniyên biyanî û navxweyê beşdarî tê de dikin, malpera kar û derfetên peydakirina karî jî hat îlan kirin. Bi rêya wê malperê  hemû ew kesên li herêma Kurdistanê li kar digerin dikarin kar peyda bilkin û hemû kompanî û şiketên sektora taybet anonsên xweli di wê malperê de diweşînin

Di wê merasimê de ku, hijmareke wezîrên hikûmeta Kurdistanê, nûnerên welatên biyanî û hijmarek ber bi çav a gêncan amade bûn, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê peyvek pêşkeş kir û ev li jêr çend xalên bijarte ji peyva serokwezîr:

 

– Ez jkêfxweş im ku, îro digel we yên birêz beşdariyê li ser pirseke gelek giring û hesas ku, ji bo hemû gêncên Kurdistanê pirseke gelek giring e, dikim. Ew jî derfetên karkirin û kar e li herêma Kurdistanê.

– Ez kêfxweş im bi sazkirina merasimeke taybet li ser kar û peydakirina derfetên kar li herêma Kurdistanê û zêdetir bi wê yekê kêfxweş im ku, ji aliyê komeke keç û kurên gênc yên çalak ve ev merasin hatiye amade kirin. Sipasiya wan dikim û pîrozbahiyê li tevaya gêncên Kurdistanê dikim ku, ev însiyatîv wergiritn, Xwedayê mezin wan serbixe û mînakên wek wan li Kurdistanê roj bo rojê zêdetir bibin.

– Hikûmeta herêma Kurdistanê ji bona pêşdebirina sektora taybet bi cidî kar kiriye, yek ji fêdeyên giring yên vê siyaseta hikûmetê, zêdebûna daxwaza sektora tybete bo gêncên xwedî îmkan û jêhatî bû. Pêwîste peydakirina derfetên kar bo gêncan zêdetir di nav siyaseta aboriya hikûmeta herêma Kurdistanê zêdet ji ya ku îro heye rreng bide. Divê hikûmet ji bona verastkirina qanûnên peywendî bi mafê karmendan heye karên cidî bike. Divê mafê karmendan di nav sektora taybet de parastî be, jiyan û paşeroja wan misoger be. Ji ber vê yekê ez îro gelek kêfxweş im bi awayekî fermî vekirina malpera kar û derfetên kar li herêma Kurdistanê îlan bikim.

 

– Çend sale bi awayekî dîrekt yan îndîrekt tekîdê li ser wê yekê dikim ku, dabînkirina derfetên kar ne bi tenê wezîfeya hikûmeta herêma Kurdistanê ye. Pêwîste sektora taybet ku, makîneya aborî û pêşkeftina her welatîyekî ye digel hikûnmetê xebatên cidî bike ji bon peydakirina derfetên kar û îşkirina gêncan li herêma Kurdistanê.

– Ez bi awayekî berdewam derçûyên zanîngehan û gêncan teşwîq dikim daku hewil bidin derfetên kar di nav sektora taybet de ji xwe re peyda bikin. Di heman demê de min gotiye ku, pêwîste hikûmet aqarekî xweş ji bo kompaniyan dabîn bike daku bikarin zêdetir li herêma kurdistanê geş bikin.

– Peydakirina derfetên kar piroseseke berdewame, me li ser tev aliyên warê aborî gelek kar kiriye û ji bona baştirkirin û ber bi pêşvebirina xweşjiyaniyê li herêma Kurdistanê, gelek kar li pêşiya me meye em bikin.

– Her kesek li Kurdistanê dizane ku, nuha kompaniyên mezin yên navdewletî û navdar ber bi herêma Kurdistanê tên, herwesa kompaniyên navxweyî jî kar û çalakiyên xwe berfirehtir kirine û ji berê serkeftîtir kar dikin. Li herêma Kurdistanê, gelek ji wê yekê zêdetir ya me pêşbînî dikir Kurdistan pêşkeftiye, diyare ev pêşkftien jî di qazanca hemû aliyan de ye. Hikûmeta herêma Kurdistanê ji bona dabînkirina avê, karebê, pirojeyên akincîkirinê, rê û cade û avakirina infrastrukturayê, gavên mezin avêtine. Vê yek jî buye sedema hindê ku, aboriya Kurdistanê geş bike û pêşkeftinên ber bi çav bidest bixe.

– Di demekê de ku, em bi vî awayî li ser pêşkeftinê berdewam in, hijmareke zêde ji hevwelatiyên me û bi taybetî derçûyên zanîngehan peydakirina kar bi karekî giran dizanin. Ev yek raste, li hemû beşên cîhanê eb pirsgirêke heye, heta li wan welatên xwedî aboriyeke bihêz jî wek Amerîka, Ewropa û Asiyajî rû bi rûyê vê pira bêkariyê dibin.

– Ez di wê bawerê deme yaku, me îro li vir dest pê kirî gaveke gelek sade û destpêkî ye, lê gaveke giring û pêwîst bû. Ev malpere dê bibe pira peywednî û bestina her du aliyan bi hev re.

– Hikûmeta herêma Kurdistanê ji bona avakirina bingehekî baş bo aboriyeke serkeftî, bihêz û giştgir û ji bo misogerkirina hindê ku, em hemû ber bi pêşve gavan pavêjin, bi hemû îmaknên dê bixebite. Bi hêviya derfetên zêdetr yên peydakirina karî

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: