CivakRojev

Rêya Hewlêr û Duhok hate vekirin


Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro rêka Hewlêr-Duhokê, ku wek rêka Gopal-Roviya tê zanîn, bi merasimekê vekir.

Di merasimê de, ku cîgirê serokê hikûmetê Qubad Talebanî, wezîrê avedankirinê Dana Reşîd, parêzgarê Duhokê Elî Teter û pispor û xwedanên şîrketa ku ew piroje bicîh aniye, jî amade bûn, Mesrûr Barzanî ragihand, xîmê pirojeya han di dema kabîneya berê de hatibû danîn lê xilas nebibû. Lê kabîneya niha biryar da xilas bike çimkî pirojeyeka stratejîk bû.

Serokê hikûmetê anî ziman ku ew kêfxweş e pirojeyên wiha girîng ji aliyê şîrketên Kurdistanî ve tên çêkirin û xilaskirin.

Mesrûr Barzanî daxwaz ji welatiyan jî kir, guh bidin şîret û qanûnên tirafîkê da ku ziyanmend nebin di dema hatin û çûnê de.

Otobana Gopal-Roviya 22 km e û ji aliyê şîrketa Kavîn Grup ve hatiye çêkirin.

Back to top button